AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan dixwaze bi 'Kongreya Neteweyî' re herikîna dîrokê biguherîne û bang li hemû partî û rêxistinan kir ku 'bi aqilê hevpar tevbigerin'.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nîqaşên ku li Îmraliyê tên meşandin de bal kişand ser civandina Kongreya Neteweyî ya Kurd û pêkanîna siyaseta neteweyî ji bo Kurdan pêwîstiyeke lezgîn e û işaret bi pêwîstiyeke lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kir. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di nava heyeta ku çû Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt, girîngiya Kongreya Neteweyî û nêzîkatiyên partiyan nirxand.
Bayindir da zanîn ku ger yekitiya neteweyî çêbibe dê çareseriya pirsgirêka Kurd hêsantir bibe û wiha axivî: “Yek ji dînamîka herî girîng a perspektîfa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e ku bi banga 27'ê Sibatê bi pêşengiya Birêz Ocalan bi pêş ketiye, yekitiya neteweyî ye. Kongreya Neteweyî êdî bûye pêwîstiyek. Hem geşedanên herêmî û hem jî yên gerdûnî nîşan didin ku Kurd ji ber ku ji bo yekitiya netewî şert û mercan ava dikin û ji bo têkoşîna netewî dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan careke din çareseriyên ku bingehekê ji gelê Kurd re pêşkêş dike ku li dora Kongreya Neteweyî li hev bicivin. Ev geşedaneke pir girîng e.”
‘OCALAN DÎROKÊ DIGUHERÎNE’
Bayindir axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo guhertina dîrokê ku ji bo Kurdan nebaş bûye, hewldaneke mezin dide. Di rewşeke ku hema hema di rojeva her kesî de ye, ku Kurd zehmetiyê dibînin li hev bicivin, armanc dike ku pirsgirêka dîrokî berevajî bike. Ji ber vê yekê, yek ji girîngtirîn nîşaneya şênber a vê yekê jî Kongreya Neteweyî ye. Birêz Ocalan, bi taybetî di pêvajoyeke bi vî rengî de ku em di binê pêşketinên girîng ên dîrokî de ne, yekitiya Kurdan êdî neçar dibîne. Ji bo vê jî banga Kongra Netewî kiriye. Ji bo ev banga Kongreya Neteweyî pêk were jî em ê bi hemû awayî hewl bidin.”
‘PÊKHATINA KONGREYÊ ŞERT E’
Bayindir anî ziman ku Kongreya Neteweyî ya Kurd a di 26’ê Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin 4 parçeyên Kurdistanê gihand hev û di demeke wiha de pêkhatine kongreyê şert e û wiha axivî: "Ji bo afirandina zemîna ku hemû partiyên siyasî, hemû sazî û tevger karibin bersiveke erênî bidin banga Birêz Ocalan, divê em bi hev re bixebitin. Ya rast, dem, rastiya dîrokî û pêşketinên herêmî yên li pêşiya me, bi rastiya ku vê yekê ji bo me esas digire re hevrû dibin."
Bayindir balkişand ser hevdîtinên yekitiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Federal a Kurdistanê û diyar kir ku pêwîste ji bo yekitiya neteweyî gavên şênbertir bên avêtin û wiha got: “Ji bo yekitiya neteweyî, ji bo stratejiya ku were şopandin û gavên ku bên avêtin divê bikevin nav liv û tevgerê. Îro hêzên kurewî yên cîhanê ji bo Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn projeyên nû bi pêş dixin û di demeke wiha de ger gelê Kurd yekitiya xwe pêk neyne û neyên cem hev ev tiştekî ku were qebûlkirin nîn e.”
‘EM BANG DIKIN KU BILA GAV BÊN AVÊTIN’
Bayindir destnîşan kir ku afirandina stratejiya hevpar rê li ber Kongreya Neteweyî vedike ji bo wan berpirsyariyek e û ew bawer nakin ku ti rêxistin û partiyek siberoja Kurdan bixe xeteriyê û wiha got: "Di vê nuqteyê de em bang li her kesî dikin ku ji bo yekitiya neteweyî û rêya Kongreya Neteweyî ya ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye gavên şênber biavêjin û bi avêtina gavên ku îlhamê dide civakê, bi erênî bersivê bidin."
Keskîn Bayindir anî ziman ku divê nîqaş û kêmasî li paş bên hiştin û wiha got: “Divê her kes bi perspektîfeke ku şert û mercên heyî diber çavan re derbas bike, ji berê hîn bibe nêzî Kongreya Neteweyî bibe. Bi vegotina kêmasiyên demên borî em nikarin pêşketinê bi dest bixin. Em dizanin ku di vê mijarê de xalên pir cidî hene. Dîroka Kurdistanê bi van tijî ye, lê îro bi temamî pêşketinên nû li pêşiya me hene.”
‘BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
Bayindir da zanîn ku ji bo pêktahatina Kongreya Neteweyî ew li benda bersiveke erênî ne û wiha got: “Niha berpirsyarî dikeve ser milê me, partiyên siyasî, rêxistin û tevgeran. Di vê wateyê de divê bê îfadekirin ku berpirsyariyek dikeve ser milê partî û rêxistinên li Başûr û em li bendê ne ku bersiveke erênî ji banga Birêz Ocalan re bê dayîn. Weke partî û rêxistinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, dikarim bêjim ku ji bo pêşketin û pêşketina vê mijarê em amade ne her berpirsyariyê hilgirin ser mile xwe.”
Bayindir destnîşan kir ku di vê pêvajoya krîtîk de nayê qebûlkirin ku partiyên siyasî neyên cem hev û raya giştî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo lezandina Kongreya Neteweyî zextê li partiyên siyasî bikin.
MA / Mujdat Can