6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?

  • rojane
  • 11:29 27 Kanûn 2017
  • |
img

ŞIRNEX - Mahmut ê 12 salî ku bavê wî Osman Kaplan di komkujiya Roboskî de di nava 34 kesan de hat kuştin, 6 salin diçe ser gora bavê xwe û her dem pirsa “Bavê min çima hat kuştin” ji diya xwe dipirse. 

Di 28’ê Kanûna 2011’an de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê balefirên TSK'ê bombe barandin û 19 jê zarok 34 kes kuştin. 
Li gel ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî hêj berpirs ne hatine darizandin û êşa malbatên Roboskî kêm nebûye. Malbatên ku ji bo berpirs bên darizandin her hefte çalakiya Lêgerîna Edaletê pêk tînin 312 hefte li pey xwe hiştin. Yek ji malbatên ku her tim diçin ser gora xizmên xwe û kêlên goran paqij dikin malbata Osman Kaplan e.
 
HER TIM PIRSA ÇIMA BAVÊ WAN HATIYE KUŞTIN DIKIN
 
Hevjîna Osman Kaplan ê hatiye qetilkirin Pekîze bi 5 zarokên xwe re tenê ma. Zarokên ku yê mezin 17 û yê biçûk 12 saliye  her roj dama diçin dibistanê û tên li ber goristana "Şehîdên Roboskî" re derbas dibin. Ji roja komkujiyê heta niha her 5 zarok ji dayika xwe Pakîze Kaplan pirsa 'Çima bavê me hatiye kuştin dikin' dipirsin.  Yê herî zêde pirs dike jî biçûkê malê Mahmut Kaplan ê 12 salî ye. 
 
‘6 SAL IN  ÊŞA DILÊ MIN KÊM NEBÛYE’
 
Pakîze Kaplan da zanîn ku kurê wê Mahmut her tim pirsa bavê xwe dike Û zarokekî her tiştî di hûndirê xwe de digire û wiha got: “Ji ber ku hevjînê min pir dixwest zarokên xwe bide xwendin bazirganiya li ser sînor dikir. Ji ber kesekî bixebite di malê de tune ye xizmên me alîkariyê didin me. Ger derfetên kar hebûna hevjînê min karê bazirganiya sînor nekiribûya. 6 sal in hêjî êşa di dilê min de kêm nebûye.”
 
‘EM DIXWAZIN KUJER BÊN DÎTIN’
 
Kaplan diyar kir ku hemû zarokên wê pirsa bavê xwe dikin û wiha pêde çû: “Bi taybet Mahmut pir mereqa bavê xwe dike. Zarok hêjî wateyê nadin qetilkirina bavê xwe. Mahmut her tim diçe ser gora bavê xwe. Em jî ligel wî tên. Rewşek bi êşe. Dilê me şewitî em naxwazin yê kesek din bişewite. Em dixwazin kujer bên dîtin û darizandin. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘MIN PIR BÊRIYA BAVÊ XWE KIRIYE' 
 
Kurê Osman Mahmut Kaplan ê her hefte roja Pêncşemê di çalakiya ‘Lêgerîna Edaletê’ de cih digire û gora bavê xwe ziyaret dike diyar kir ku ew pir bêriya bavê xwe dike û got: “Bavê min her roj tê bîra min. Dema bavê min vedigeriya ji me re tişt dianîn. Min pir bêriya bavê xwe kiriye.”
 
MA / Gokhan Altay

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir