Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin

  • rojane
  • 09:24 18 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - Mexdûr û şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê' Vefa Serdar, behsa pêkanînên wê demê kir û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin got, wê çalakiyên greva birçîbûnê belav bibin. 

Di 20'ê Cotmeha 2000'î de girtiyên siyasî li hemberî girtîgehên Tîpa F'yê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di roja 45'an a greva birçîbûnê de girtiyên siyasî çalakiya xwe veguherandibûn rojiya mirinê û di roja 60'an a rojiya mirinê de dewletê mudaxileyî wan kir û navê "Operasyona Veger Li Jiyanê" li vê mudaxileyê kir. Bi awayekî hevwext mudaxileyî 20 girtîgehan hatibû kirin û ev mudaxile 3 rojan dewam kiribû. 8 tabûrên komandoyê cendirmeyan ên taybet, 37 boluk leşker û bi hezaran polîs û gardiyan tev li vê mudaxileyê bibûn. Di dema operasyonê de bi hezaran guleî bombeyên destan û gaza kîmyewî hatibû bikaranîn. Di dema operasyonê de 30 girtî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bibûn.
 
Vefa Serdar, di dema mudaxilekirina girtîgehan de ji ber doza Partiya Kedê ya Komunîst a Tirkiyeyê ya Lenînîst (TKEP/Lenînîst) di sala 1993'yan de hatibû di Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê de bû. Serdar ku 10 salan di girtîgehê de ma, yek ji şahid û mexûdrê wê serdemê ye. Di dema mudaxilekirinê de 4 hevalên Serdar jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyona di bin navê "Vegera Li Jiyanê" sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê hat kirin û paşê Serdar ji destekî xwe bû. Serdar bal kişand ser pêkanînên operasyona 19'ê Kanûnê û her wiha çalakiyên greva birçîbûnê yên niha didomin jî nirxandin û got her biçe wê ev çalakî berbelav bibin. 
 
‘GIRTÎGEH DI ROJEVA GEL DE BÛ' 
 
Serdar, bilêv kir ku di dema 19'ê Kanûnê de çalakiya girtiyan bandoreke mezin li ên derve kiribû û got: "Ev êrîş di 1995'an de li Gîrtîgeha Bûcayê dema 4 girtiyên şoreşger li korîdora girtîgehê bi hesinan hatin qetilkirin dest pê kir. Wê çaxê çalakiya greva birçîbûnê hebû û çalakî di şertên dijwar de dihat kirin. Girtîgeh bi giştî di rojeva gelê kurd û tirk de bûn. Dewletê ji vir dest bi êrîşan kir. Paşê di sala 1996'an de li Girtîgeha Umraniyeyê 4 girtiyên din jî hatin qetilkirin. Wê çaxê bi van pêkanînan diyar dibû ku wê dewlet çawa berê xwe bide girtîgehan. Hayê me jî ji vê yekê hebû." 
 
‘AGAR PÊVAJOYA TÎPA F'YÎ DA LEZANDIN' 
 
Serdar, diyar kir ku di sala 1996'an de wexta Mehmet Agar Wezîrê Dadê bû, di 6'ê Gulana 1996'an de der barê girtîgehan de giştînameyeke weşand û got: "Di van giştînameyan de dihat gotin wê ev girtîgeh bên girtin û wê careke din girtî nekevin van girtîgehan. Bi weşandina vê giştînameyê û bi hatina Mehmet Agar pêvajoya ji bo girtîgehên Tîpa F'yî hat lezandin." Serdar, anî ziman ku wê çaxê li girtîgehan binpêkirinên mafan pir bûn û got: "Ev pêkanînên rûtîn ên faşîzmê ne. Lê belê bi hatina Mehmet Agar ev êrîş dijwrtir bû. Û dû re di sala 1996'an de rojiya mirinê dest pê kir û 69 rojan dewam kir. Ez jî di rojiya mirinê de bûm." Serdar, diyar kir ku wê çaxê wan nizanibû ka rojiyên mirinê çawa tên çêkirin û dewlet jî cara ewil bû bi rojiyên mirinê yên wisa dirêj re rû bi rû dima. Serdar, destnîşan kir ku rojiya wan a mirinê encam girt û giştî name bi paş ve hat kişandin. 
 
Serdar, diyar kir ku di heman demê de êrîşî Girtîgeha Amedê jî hatibû kirin. Serdar got: "Hinceta êrîşê ew bû ku qabên plastîk ji malbatan bigirin û bibin qawîşan. Lê ev bi organîzasyonî hatibû kirin. Derî girtin û bi hesinan li hevalên li korîdaran xistin. Bi îşkenceyê heval li wir kuştin. Paşê di 99'an de li Ûlûcanlarê jî ev yek kirin. Di êrîşa li Ûlûcanlarê de jî çalakî dest pê kirin. Lê dewlet li ber van çalakiyan xwe ranegirt û paş ve kişiya. Piştî Ûlûcanlarê pêvajoya Tîpa F'yê dest pê kir. Dixwestin girtiyan têxin hucreyên yekkesî û wan ji civakê îzole bikin. Pêkanîna vê yekê jî bû nesîbê hikûmeta Ecevît." 
 
Serdar, destnîşan kir ku ew pêvajo bi komkujiyan ber bi pêvajoya 19'ê Kanûnê ve dihat û got: "Em jî li bendê bûn ku wê êrîş ji nişka ve dest pê bikin. Me li gor wê amadekariyên xwe dikirin. Me û girtiyên siyasî yên din nîqaş dikir. Me dizanibû wê ev pêvajo ne wekî ya 1996'an be û em ê nikaribin bi rojiya mirinê ya 69 rojan encamê bigirin. Di girtîgehan de wê çaxê girtî serwer bûn. Ger bixwastana dikaribûn rewşê berevajî jî bikin." 
 
‘JI BO KUŞTINA ME HATIBÛN' 
 
Serdar, da zanîn ku piştî hat xwestin girtîgehan veguherînin girtîgehên Tîpa F, wan çalakiya xwe ya biçîbûnê veguherand rojiya mirinê û got: "Li hemberî êrîşan me amadekariyên xwe kiribûn. Wê rojê heval hatin gotin 'leşker li korîdorê ne.' Li ser vê em jî derketin korîdoran. Lê leşker ketibûn korîddoran. Serçavê hemûyan girtî bû. Me fêm kir hemû tîmên taybet in. Ferman didan û digotin 'xwe dirêjî erdê bikin.' Ma me yê çi bikira? Hew me karibû bi nivînan, bi dolaban xwe biparêze. Bi lez û bez êrîşî me kirin. Bombeyên gazê zêde avêtin û ektin hudnur. Kincên rej li xwe kiribûn û serçavê wan bi rûpoş bû. Ji bo me bikujin hatibûn. Em hay ji vê hebûn û em li gorî wê tev digeriyan. Em ji ber fikrên xwe hatibûn girtin. Diviya em li hemberî evana bin. An jê wê dîrok em bidarizandana. Diviya em di komkujiyeke weke ya 19'ê Kanûnê de paş ve venekişin û li ber xwe bidin. Em di nav şerekî de bûn. Bombe diavêtin me, gule direşandin. Di roja ewil a mudaxilekirinê de heval Fîdan Kalşen xwe şewitand. Fîdan got, 'ger hûn operasyonê ranewestînin ez ê xwe bişewitînim.' Wexta me mirovek xwe ji serî heta binî şewitand dît, tu teredut bi me re nema. Di heyata xwe de cara ewil bêhna goştê şewitî yê mirovan dihat min." 
 
‘BI BIRÎNDARÎ JI PAŞ VE MIN KELEMÇE KIRIN' 
 
Serdar, diyar kir ku tawanê cihê lê diman qul bibû û ji wir bombeyên gazê dihavêtin wan û got: "Hindik mabû gelek hevalên me bifetisin. Li gelek hevalên me astim peyda bibû. Herî dawî cihê kesên di rojiya mirinê de bûn mabû. Ji bo gaz tesîrê li wan neke me betanî avêtin ser wan. Wê çaxê bombeyeke gazê li milê min ket. Ew serê girover ê bombeyê yê digere li enîşka min rûnişt. Birîndar bûm." Serdar, anî ziman ku paşê hatine kesên bi giranî birîndar bûne birine û got: "Bi wî halî jî ji paş ve destê min kelemçe kirin. Qederekê em di wesayîtê de sekinandin. Paşê me birin nexweşxaneyê. Wexta me birin enxweşxaneyê ji bo hayê mirovan ji me çêbibe û zanibin em teslîm nebûne me dirûşme berz kir û me got 'em bi ser ketin.'" 
 
HÎN BIRÎNA WÎ NECEBIRÎ WÎ BIRIN GIRTÎGEHA TÎPA F A EDÎRNEYÊ 
 
Serdar, anî ziman ku li nexweşxaneyê tu bijşkî nexwestiye wî qebûl nekiriye û got: "Paşê ji Yekîtiya Bijîşkan bijîşkek xwestiye min emeliyat bike û min emeliyat kir. Bijîşkê min emeliyat kir ji min re gotibû wê destê be bê xelaskirin jê neke. Paşê ne di cejnê ne di jî di sersalê de hefteyekê kes nehat cem min. Tiliyên min tevizîbûn, reş bibûn. Min ev rewş ragihand, lê kes nehat û paşê gotin 'milê te lareşî bûye' û jê kirin." Serdar, diyar kir ku bêyî birîna wî bicebire wî birine Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û got: "Li Edîrneyê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Wexta min ev yek qebûl nekir, her çend dîtin ez birîndar im jî êrîşî min kirin. Paşê min xistin hucreyeke yekkesî û heta demeke dirêj bi tena serê xwe mam." Serdar, anî ziman ku wexta di hucreya yekkesî de bûye girtiyên li hucreyên nêzî wî ji gardiyanan nan xwestine, lê belê gardiyana digot "nan tune ye". Serdar, bilêv kir ku wexta wî xwestiye nanê xwe bide girtiyên nan xwestine, gardiyan jê re gotiye "ev der ne Çanakkale ye" û mazgal li ser çavan girtine. 
 
'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ PIR CUDA YE' 
 
Serdar bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke pir cuda ye. Li her derî êrîşî rêberê gelekî dikin, êrîşî şoreşgeran dikin. Ev ne tiştekî hêsan e." Serdar bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin. Serdar anî ziman ku hem li derve hem jî li girtîgehan çalakiyên ji bo destekê didomin. Serdar got: "Girtîgeh ji bo civakê cihekî hestiyariyê ye. Wê civak tim xwedî li rêberê xwe derkeve. Û her biçe wê ev çalakî jî berbelav bibin. Tişta îktîdara siyasî jê ditirse jî ev e." 
 
Serdar, destnîşan kir ku divê piştevaniya ji bo girtiyan jî xurti bibe.