DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot

  • rojane
  • 11:44 28 Cotmeh 2018
  • |
img

EDENE - Em gehiştin nivîs û dîmenên Servet Koç ê DAIŞ’î yê cînayeta belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdu vedibêje. Qeydên ku Koç tê de dibêje “Berpirsê herî mezin Mûrat, Bariş Tekçe, dûre ez, Taner û Coşkun e’ ji bo dozger jî hatin dayîn. Lê di dosyeyê de, hîna jî tu pêşketin tuneye.

 
Em gehiştin nivîs û dîmenên Servet Koç ê DAIŞ’î yê cînayeta belavkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin ê di 14’ê Cotmeha 2014’an li ser bîsîkleta xwe dema rojname belav dikir li semta Ova ya Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê rastî êrîşa çekdarî hat, vedibêje. Ajansa Mezopotamya (MA) ku xwe gihand nivîs û dîmenên aîdê sala 2016’an, di nivîs û dîmenan de agahiyên girînge hene. Parêzerê malbatê Tugay Bek, li gel ku ev nivîs û dîmen dan Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî, tu pêşketin di dosyeya lêpirsînê de tuneye. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, bûyer weke “Bûyerek edlî” nirxandi bû û bi biryara “lêgerîna timî” dosyeya lêpirsînê dibin navê kiryar nediyare de,, bi demê re hişt. Lê bersûc Koç di nivîs û dîmên şandin de agahiyên girîng dide. 
 
ŞOPA ÇEKÊ DI MALÊ DE YE. 
 
Servet Koç ê DAIŞ’î di 23’yê Tîrmeha 2016’an de li ser hesabê medya civakê Facebook’ê bi kurê Bagdu Ferhat Bagdu re dike  nava têkiliyê, cînayeta Bagdu û hin cînayetên din ê li Edeneyê pêk anîbûn îtîraf dike. Koç, debarê awayê kuştina Kadrî Bagdu, Yusuf Gulderen û Ahmet Albay ên li Edenê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatin de wiha vedibêje: “Motosîkleta me di cînayeta Bagdu de bi kar anî, aîdê Mûrat Bulanik bû. Kesê bi navê Cumali yê ji Agiriyê çek anî. Çeka ku di cînayeta  Bagdu de hat bikar anîn, li mala Bulanik bi şaşî carekê teqiya. Ger nehatibe çêkirin, hîna jî şopa guleyê li nava odeyê xuya dike.”
 
YEK BI YEK CINAYET NIVÎSANDIN 
 
Servet Koç di nivîsa şand de, diyar kir ku dinava  “tîpa înfazê” ya DAIŞ’ê ya Edeneyê de cih digirt. Koç di 23 û 24’ê Tîrmeha 2016’an de li ser hesabê Facebookê yê kurê Bagdu van tiştan dinavîse: 
 “Înşallah xêr e
CTS 18:19
Tiştên ez ji tere bêjim pir girîngin. Mijar bavê te ye. Sibe saet 2’yan li ser înternetê be. 
PZR 01:03
-Temam ezê li wir bim. Ezê înternetê saet 2’yan de vekim. 
PZR 15:42
- Ez benda teme.
PZR 20:15
Ez qatilê bavê te yê sereke dizanim. 
Îro li vê derê înternet çênebû. 
Biborîne
Lê dewlet naxwaze
Di dema bûyerên Kobanê de,
Ekîbeke me hebû, 
Li ser ekîba me Mûrat Bulanik hebû. Ji Dîlokê ye. Wê şevê lîsteyek amade kir û welehî di serê lîstê de navê bavê te hebû.
  
Sûr tu hebûyî. Dema diaxivîn tim digotin Simo. Ev û bavê xwe hemû tiştan dikin.
 
Tiştên ez bêjim pir dirêjin. 
 
Dinava vê ekîbê de Coşkun Salahattîn, Bariş, ez, Mesût, Mûrat Bulanik û Taner Guler hebûn. Me cem Garê me kesekê binavê Yûsûf jî kuşt.    
 
Dûre zavayekê Mûrat hebû, ji wî re digotin Mûratê Şekirfiroş. Wî jî li kîremîthanê kesek kuşt. Ev hemû bi hevre tevdigeriyan. Kesekê navê wî Cûmalî hebû ji Agiriyê bû. Wî çek anî. Ji xwe Motor jî ya Mûrat bû, lê bi kî bavê te dan kuştin nizanim.
 
Tim ji min veşartî diaxivîn. Ez nû ketibûm nava wan. Ji ber vê baweriya xwe bi min nedi anîn. 
 
Çimanê ez van ji tere dibêjim nizanim. 
 
Min li înternetê mêze kir, hemû sûc avêtin ser min. Ji bo ku ew li reheta xwe mêze bikin, min sûcdar dikin. 
 
Heta ew demançe wê şevê li mala bavê Mûrat di destê me de bi şaşî teqiya.  
 
Ger cihê wê çênekiribin, cihê şopa guleyê heye li erdê. Me hemû karê xwe li mala bavê Mûrat a Bahçehehîr dikir. Hemû civînên me li wir çêdibûn. 
 
Lê piştî Mûrat pir saxleme. Hûn bi wî nikarin. Dinava dewletê de zilamên wî hene. 
 
Hîna kesekê bûyere bavê te nebihîstibûn, destpêkê wî ji min re got. Serê sibê saeta heft û nîv bû.
 
Welehî wê şevê li hev kiribûn û dê ji her derî deng derketiban. 
 
Tenê derdê wî ew ku li Şakirpaşa bûyerekê ku deng ve de bike.  
 
Ligel wî Memetekê qenepevan hebû. Mûratê Şekerfiroş hebû, min ev li gel wî nas kirin.  
 
Leqab li xwe dikirin. Ji ber ku ez li Sûriyeyê me,  hemû sûc avêtin ser min û hemû lêçûnên madî yên van kesan Mûrat pêşwazî dike.   
-Ez çawan zanibim ez hesab ê teye. Tiştên tu dibêjî em hemûyan dizanin. Ji xwe em dizanîn kesê sereke kiye û wêneyê motorê yê dişibe yê Talîb di feysê de hebû, lê YBR YAMAHA niha ew wêne jêbiriye.  
Ji xwe Talîb motor firotibû Mûrat. Welehî Wellehî kesê yekemîn Mûrat bi xwe ye. Ew li karê firotina zilaman, birin û anîna Sûriyeyê mêze dike. Ferman dar ew bi xwe ye. Ka mêze bike piştî kuştina bavê te çawan îmaja xwe guhert. 
 
A rastîn wî motor ji talîb girt. Dewlet naxwaze mêze bike, ger li qeydên kamerayê yên wê demê mêze bikin, dê  hemû tişt li baxçeyê şehir derbikeve holê, hemû tişt di qeydên mobesê de hene. 
Heta saloneke biraştinê a binavê alinterî hebû, weleh, bileh û tilleh wê şevê Keleşek anîn wê derê. Kesê ev keleş anî ne şaşbim navê wî Memet bû.   
Me Kurdan tim ber bi cihekê ve dibin. Êdî ji safitiya me ye nizanim. Weleh talîb motor firotibû Mûrat.  
Ev murat tim kar  dike û li ser navê xwe tiştekê nake. Tim li ser navê hin kesên cuda kar dike. Niha jî karê Yasîn Yapi û karê Înşaetê dike. Vê jî li ser navê zavayê xwe dike. Weleh ne mecbûrin xwe ji tere îspat bikim. Lê min nivîsa dayîka te li ser înternetê xwend û min dît ku çawan xwedî doza bavê te derdikeve. Ji ber vê min ji xwe re got divê xwîna wî li erdê nemîne. 
 
Lê dewlet bêşerefe, ji ber ku delîl tuneye, dê tiştekê neke. 
00:42
-tu dizanî çi ji çekê kirin. yan jî adresa mala bahçe şehir dizanî. Ji xwe tu s…
Tu dijminantiya me gel kesekê nîne, em tenê dixwazin dimildest sûcar derkevin pêşberî edaletê. “
 
SÊ DÎMEN ŞANDIN 
 
Servet Koç ê DAIŞ’î, rojek şûnde di 25’ê Tîrmehê de, dîsan li ser hesabê Facebooka kurê Bagdu Ferhat Bagdu 3 dîmenan dişîne û derbarê kuştina Bagdu de heman agahiyan dide. Koç di dîmenan de dibêje li Sûriyeyê ev dîmen kêşandine. 
 
Koç di dîmenên şandin de ev tişt vegotin:   
 
DÎMENÊ YEKEMÎN: LÎSTEYA ÎNFAZÊ DERXISTIN 
 
“Ez ji vê derê bangî malbatên Bagdu û Guldîren dikim. Di çalakiyên Kobanê de em ekîbek bûn. Serkêşê ekîba me Mûrat Bulanik bû Bariş Tekçe bûn. Evane sûc avêtin ser Talîb (Guler). Tu sûcê Talîp û eleqeya wî tuneye. Ez, Yusuf Guldiren (Gulderen), Bariş Tekçe, Taner, Selahattîn, Coşkun (Yalçin) û kesekê Elewî li Şakirpaşa rûdiniştin. Ez paşnavê wan nizanim. Wê şevê em bi hevre bû. Me Yusuf Gulderen kuşt. Li gel me gelek çek hebûn. Me yê qerebalixtiya ji Şakirpaşa dihat, gule baran bikira. Wê demê dama Yusuf Guldiran derbas dibû ji Xwedê re dijûn kir. Me jî gule bera wî da. Bariş Tekçe ferman da. Em tim li mala Mûrat Bulanik kom dibûn. Mala bavê wî Mahmût li Bahçeşehîr bû. li pişt Karketa Ceylan bû. Di avahiya Ceylan de rûdiniştin.  Bi şev em tim li wesayîtên xwe siwar dibin û me digot gelo ‘emê îro çi bikin, emê li kî bidin û emê kî bikujin?  Mûrat destpêkê lîsteya kesên em ê wan bi kujin amade kir. Di destpêka lîsteyê de navê Kadrî Bagdu hebû. Min ev ne dizanîn. Dûrê navê ‘Simo’ hebû. Tu nabêjî ew jî kurê Kadrî Bagdu Îsmaîl Bagdu bû. Dîsan Temel ê qehwevan hebû. Cardin Mîzgîn hebû. Min tu carî ev kes nedîtibûn. Ji xwe ez demek pir kurt li Edeneyê mam. Piştî 6-7 meh li Edeneyê man, derbasî Sûriyeyê bûm. 
 
DÎMANA DUYEMÎN: MÛRAT FERMAN DA
 
Koç ê DAIŞ’î di dîmenên duyemîn a şand de wiha behsa cînayeta Kadrî Bagdu dike: “Ferman kuştina Kadrî Bagdu û çek Mûrat Bulanik da. Wesayîta min a Hyundaî hebû. Me plakeya wê jê kir. Ez, Taner, Bariş, Coşkun û Selahattîn bûn. Mûrat çek, rûpûş û lepik dan me. Êdî me li Şakirpaşa û Fevzîpaşa dest bi karê xwe kir. Ger wê şevê Yusuf Gulderen dijûn ji Xwedê re nekira, me yê wê şevê 50 kes bikuştan. Me yê gule li qerebalixtiya ji Şakirpaşa dihat bireşanda. Di destên me de gelek çek hebûn.” 
 
DÎMENÊ SÊYEMÎN: EM ÇÛN SÛRIYEYÊ
 
Koç, di dîmenê sêyemîn de jî behsa çûyana xwe ya Sûriyeyê dike û wê demê wiha vedibêje:
  
“Dûre em hemû li hev kom bûn. Me biryar da ku em bi malbatî derbasî Sûriyeyê bibin. Em hemû derbasî Dîlokê bûn. Ji wir jî çûn Sûriyeyê. Ez, Mesût, Talîp, Bariş, Ercan û hwd derbasî Sûriyeyê bûn. Piştî perwerdeya 4-5 mehan ev dîsan vegeriyan Tirkiyeyê. Ez û Talîp nehatin. Dema em derbasî vir bûn, me hemû mal û milkê xwe dan Mûrat. Mûrat li wê derê li karê me mêze dike. Erebeyên me firotin û pereyên wan ji me re şandin. Dûre Mûrat hat Sûriyeyê. Lê em nedîtin û dûre vegeriya Tirkiyeyê. Bariş, Cûmalî (Guler), Mesût, Ercan (Guler) û Şekerçî Mûrat bi xwe re anîn Tirkiyeyê. Mûrat Şekerçî kesê li Kiremîthanê (Ahmet Abay) kuştiye. Ez bawerim reviyaye Amedê. Her yek ji wan bi cihekê de reviyan. Bariş jî reviya Çanakale.
 
Sedema vê bûyerê emin. Ez ne di wê rewşê deme ku li vê  derê derewan ji tere bikim. Li ku derê bûyer çêdibûn em diçûn wê derê. Ji ber ku ekîba herî saxlem em bûn. Gel me çek…” 
 
MA / Hamdullah Kesen