‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'

img
MÊRSÎN - Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine." 
 
Yek ji sektora ku herî zêde krîza aborî tesîrê lê dike jî sektora bazarkirinê ye. Esnafên Herêma Bazara 4'an a Mêrsînê, ji ber krîza aborî dezgehên xwe venakin. Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Hasan Ozmen, anî ziman ku nêzî hezar û 370 endamên wan hene, lê belê ji ber krîza aborî gelek jê dezgehên xwe venakin. 
 
‘75 ESNAFÎ DEZGE VENEKIRIN' 
 
Ozmen, destnîşan kir ku fiyet duqatî biha bûne û got: "Hema bêje eznafên li bazarê kincan difiroşin hemû bêyî serfetihê jî bikin diçin malê. Êdî mirovên tên bazarê tenê li beran dinihêrin û diçin. Êdî kes nikare tiştekî bikire. Berê karê esnafên fêkî û zebze difirotin pir baş bû. Ev esnaf berê bi tona zebze û fêkî dianîn. Lê niha ancax 300 kîloyî tînin. Bi zor û heft bela berên tînin difiroşin. Niha li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnafî hene. Lê niha ji ber nebûna kar tenê 100 esnafî dezgeh vekirine, nêzî 75 esnaf jî dezge venekirine. Gelek jê ji ber kar nabe nayên." 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ NEHILBERÎN E' 
 
Esnaf Yilmaz Kolûman jî, bilêv kir ku krîza aborî herî kêm welat 50 sal bi paş ve biriye. Kolûman, diyar kir ku sedema vê yekê jî nebûna hilberînê ye. Kolûman, anî ziman ku piraniya beran îthal in û di 4 salên dawî de karê wan ji sedî 50 kêm bûye. Kolûman got: "Va hûn dibînin, bazara vikî vala ye. Esnaf perîşan bûne. Kes ji fiyetan ne razî ye. Berê mişteriyên me bi 100 lîreyî hemû pêdiviyên li bazarê dikirî. Heta carinan pere jî ji ber dima. Lê niha bi 100 lîreyî ancax ji sedî 60 pêdiviyên xwe dikare bikire." Kolûman anî ziman ku ger wisa dewam bike ew ê top bavêjin. 
 
‘REWŞ XIRAB E' 
 
Esnaf Hasan Dargin jî, got: "Rewş xirab e. Divê demildest ev rewş bê çareserkirin. Dibêjin krîz tune ye, lê bila werin nav gel, bila bên bazarê. Hela krîz heye yan tune ye? Krîz heye û em bi krîzê dizanin." 
 
MA/Ergîn Çaglar
 
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye