Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe

img

RIHA – Suleyman Kaya ku li kuçe û kolanên Rihayê bi ereboka destan amûrên kevnar difiroşe, bereksê kesên li semtên luks amûran buha difiroşin tev digere. 

Suleyman Kaya ku li kuçe û kolanên Rihayê bi ereboka desta amûrên kevnar dikire û difiroşee, diyar kir ku 15 sal in ew vî karî dike. Di dest Kaya de amûrên 10 qirn berê hene. 
 
HER ROJ 20 KÎLOMETRE RÊ DIÇE
 
Kaya, bilêv kir ku ew her roj li taxên bajêr digere. Kaya, diyar kir ku her çend bi piyan zehmet be jî, lê dema ew digere kêfxweş dibe. Kaya, destnîşan kir ku her roj ew tevî ereboka xwe ya destan 20 kîlometre rê dimeşe û got: "Bi piranî amûrên kevnar ne li taxên luks, lê li taxên kevn ên Rihayê peyda dibin. li Çarşiya Sifiran dikanek alvêra amûrên kevnar dike, lê ji min pêvtir kes bi ereboka destan vî karî nake. Hema bêje li tevahiya herêmê kesek wisa tune ye. Lê ez pir jê qezenc nakim. Carina heye hefteyekê jî tiştekî nafiroşim. Amûrên kevnar ne ji bo pêdiviyê ji bo kêfê tên kirîn, yanî bala herkesî nakişîne. Dema mirovên ji tiştên kevnar hez dikin min dibînin çend perçeyan bi hev re dikirin. Jixwe çend perçe eşya bifiroşim, têra min a mehekê dike." 
 
Kaya, anî ziman ku di dest wî de her cure perçeyên kevnar hene û ji ber ku bi salan e vî karî dike ji amûrên kevnar pir fam dike. Kaya bilêv kir ku ew ji nexşên li ser amûrên kevnar ên sifir û tûncî fêm dike ku amûr aîdî kîjan civakê ne. Kaya got, di dest wî de gelek amûrên kevnar ên aîdî ermenî û suryaniyan hene. 
 
Kaya, diyar kir ku her çend karê wî zehmet be jî, lê jê hez dike û got: "Heqê nan wisa ne hêsan e. Min dikaribû karekî din jî bikirana, lê ji vî karî hez dikim. Carinan hin mirov qîmetê nadin amûrên kevnar dixwazin bi erzanî bikirin. Fiyetê ku ez dibêjim ji wan re biha tê. Lê qîmeta her tiştekî heye." 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir