Dadgehê ji bo Kazanhanê hat kuştin, tenê jiyana xebatê ya 4 salan guncaw dît

  • rojane
  • 11:03 15 Îlon 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Di doza tazmînatê ya darberê kuştina Nîhat Kazanhan de, şandeya dadgehê bûyer weke “Tehrîka bêheq” darizand û tezmîneta 134 hezar û 202 TL ji bo malbatê guncaw dît. Parêzerê malbatê Fîlîz Olmez, diyar kir ku dadgehê ji bo Kazanhan tenê jiyana xebatê ya 4 salan guncaw dît.
 
Danişîna Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dema li ber mala xwe dilîst di 14’ê Çiya 2015’an de ji aliyê polîsê hêzên taybet M.N.G. ve hat kuştin û malbata wî doza tazmîneta manewî û maddî ya 350 hezar TL li Midûryeta Giştî ya Ewlekariyê vekir, li 1’emîn Dadgeha Îdarî hat dîtin û biyar hat dayîn. 
 
Dadgeha ku doz hinekê qebûl kir, biryar da ku 26 hezar û 579 TL bide dayîka Kazanhan Ayşe Kazanhan û 22 hezar û 623 TL jî bide bav Mehmet Emîn Kazanhan. Her wiha dadgehê biryar da ku 85 hezar TL tazmîteta manewî bide malbatê. Bi vî awayî dadgehê biryar da ku bi giştî 134 hezar û 202 TL hem madî û hem jî manewî ji bo malbatê bê dayîn.
 
'JI SEDÎ 42 TEHRÎKA BÊMAF HAT DAXISTIN’
 
Di hinceta biryara dadgehê de, hat diyar kirin ku ji bo M.N.G. ji sedî 42 tehrîka bêmaf hatiye daxistin. Parêzera malbatê Fîlîz Olmez, diyar kir ku di encama têkoşînek dûr û dirêj de, kêm jî be doz bi encam bû û wiha axivî: “Em neçar man ku biryara hat dayîn, îstînafê Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê bikin. Di doza Kazanhan de, ferqek dinavbera dozên zarokên li bajarên Kurdan tên kuştin de hebû. Li herêmê cara yekemîne ku polîsek gava li ser erka xwe bû, ji ber sûcê kirî bi girtî hat darizandin. Ev yek girînge. Lê ligel vê yekê jî darizandinek kêm hat kirin û cezayek kêm hat dayîn. Di biryara tazmînatê de jî, pir kêmasî hene.  Gava me doza tazmînatê kir, me xwest ev doz ji bo kuştinên zarokan ên li Tirkiyeyê bibe emsal. Lê di biryara hat dayîn de, encamên me dixwest derneketin holê.”
 
'JI BO NÎHAT TENÊ XEBATA 4 SALAN GUNCAW HAT DÎTIN’
 
Olmez, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di biryara hat dayîn de tenê jiyana xebata 4 salan ji bo Nîhat guncaw hat dîtin. Ji ber vê yekê me rapora kesê tê zanîn îtîraz kir. Ji ber ku li gorî qanûna ji kar derxistina karkerekê tazmîneta qidem a 4 salan û kuştina Nîhat Kazanhanê 12 salî mîna hevin.”
 
‘GER ENCAM NEYÊ GITIN EMÊ SERÎ LI DMME BIDIN’ 
 
Olmez, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Biryara hat dayîn li dijî nêrîna mafê jiyanê û mirovane. Dewlet ji bo hêzên xwe yên leşkerî wisan nêz dibe û ev tim derdikeve pêşberî me. Ji ber vê biryar hat dayîn qet ne adîlaneye. Tazmîneta ji aliyê dadgehê ve guncaw hat dîtin û rewşa kesê sûc kirî yeke. Ji ber vê yekê me serî li dadgeha îstînafê da. Ger encama ku em dixwazin dernekeve holê û hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin, em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.”  
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

01/05/2024
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê | HATE NÛKIRIN
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
29/04/2024
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
28/04/2024
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir