Qedexeyê guhdar nekirin

  • rojane
  • 09:03 27 Tîrmeh 2018
  • |
img
ÎDIR – Zozanê Korhanê ku li berpala Çiyayê Agiriyê ye û bi xwezaya xwe ya rengîn bala mirovan dikişine, 2 sal in qedexe ye. Li gel vê yekê jî welatiyên ku dertên zozanan hene û pêwîstiya xwe ya ceyranê bi panelên rojê di bersivînin. Pirsgirêka kesên dertên zozan tenê operasyonên leşkerî û Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov (İHA) in.
 
Zozanê Korhanê ku li berpala Çiyayê Agiriyê yê li aliyê Îdirê ye, ji ber ku wek ‘Qada Taybet a Ewlehiyê’ hatiye îlankirin, 2 sal in bi temamî ji çûyîn û hatinê re qedexe ye. Welatiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin, ji bo ku di mehên zivistanê yên dijwar de mexdûr nebin, li gel qedexeyê jî her tiştî didin ber çavên xwe û dertên zozanan. Li zozanên ku nêzî 30 malbat lê dimînin, operasyonên leşkerî û  gera Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov (İHA) dibin sedema tirsê.
 
Zozanê Korhanê bi xwezaya xwe ya rengîn û çêrgehên xwe yên berfireh bala mirovan dikişîne. Zozaniyên li hemberî lûtkeya spî ya Çiyayê Agirîyê giya didirûn û sewalên ku diçirin, dîmên rewşedar pêşkêş dikin. Zozaniyên ku ji dirûtina giya û dotina miyan diwestin, bi vexwerina çaya qaçax a ava berfê ya ku li ser kuçikê xwe yê li hemberî lûtkeya Çiyayê Agirî dihelînin û çidikin, westandina xwe derbas dikin. Li zozanan ji zarokan heta ixtiyaran herkes bi karekî re mijûl dibe. Zarok bi lîstêkên bi ben dema xwe derbas dikin. Zozanê Korhanê bi xwezaya xwe ya rewşedar û hewaya xwe ya hênik dihêle ku bîna mirov fireh bibe. Zozanî pirsgirêka xwe ya ronahiyê ya şevê jî bi panalên rojê çareser dikin. Panelên ku di nav rojê de enerjiya rojê di wan de tê depokirin, bi şevê ji bo ronahiyê tên bikaranîn. Zozanî diyar dikin ku elektrîka hildiberînin têra wan dike.
 
Zozaniyê 65 salî yê bi navê Ahmet Kol diyar kir ku zozan li ber bajar hênikin û li gel qedexeyê kî neçarin ku bên zozanan. Kol destnîşan kir ku giya îsal li zozanan baş e û wiha got. “Heke derfetên min hebîna ez ê salêk û 12 meh li zozanan bima ma. Ji ber ku li gund naqedînim ez jî têm zozana. Zozanî ji bav û kalê me ji me re maye.”
 
CEZAYÊ DERKETINA ZOZANA 3 HEZAR TL YE
 
Kol destnîşan kir ku sala borî ji ber ku zozan qedexe bûne, hatine zozana 3 hezar TL pere li wan hatiye birîn û wiha pê de çû: “Îsal jî li gel hemûastengiyan em hatin zozanan. Li milê jorê yê zozanan giyayê me heye. Ji bo dirûtina giya hê jî destûr nehatiye dayîn. Leşker destûr nadin ku em derin jora zozanan. Dem deman têketin û derketina zozanan jî qedexe dikin. Hin deman jî Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov di ser me de digerin.” 
 
‘OPERASYONÊN LEŞKERÎ TÊN KIRIN’
 
Zozaniyê bi navê Mehmet Kol jî anî ziman ku her tim li zozanan operasyonên leşkerî pêk tên û ev tişt gotin: “Van operasyonan heta 4 rojan didomin. Ji bo çinîna giyayê me yên jorê me serî li leşkeran daye, dema destûr bê dayîn em giyayê xwe bidirûn. Em 5 mehan li zozanan dimînin. Hewa jî her ku diçe hênik dibin. Me pirsgirêka xwe ya avê jî bi ava berfê ya lûtkeya Çiyayê Agiriyê ku dihele, çareser kiriye. Me ev av bi boriyan gihandiye zozanan.” 
 
Zozaniyê 60 salî yê bi navê Guvercîn Kol jî destnîşan kir ku beriya avêtina rojê şiyar dibe û ev tişt anî ziman: “Piştî nimêjê berxikên xwe derdixim û dibêm çêrê. 40 berxikên min hene. Em bi şîr mast, to, rûn û penir çidikin. Em beşek van tiştan difiroşin êtaran û beşek jî ji bo zivistanê stoq dikin. Em sala borî derneketibûn zozanan. Lê îsal em derketin. Li van deveran gelek kêfxweş im.” 
 
MA / Mahmût Rûvanas
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye