Şêniyên Wanê OHAL’ê şîrove kir: Nav rabû lê cîsm disekine

  • rojane
  • 12:24 26 Tîrmeh 2018
  • |
img
WAN – Şêniyên Wanê diyar kirin ku OHAL li ser kaxizê rabûye û gotin: “Bi rayeya dan waliyan, OHAL’ê mayînde kirin. Guhertina navê OHAL’ê tu tiştekî ji bo me îfade nake. OHAL ranebûye, zext û zilm li ser civakê dewam dike.” 
 
Şêniyên Wanê diyar kirin ku her çiqas OHAL rabûbe jî lê bi guhertina nav OHAL didome û zextên li ser wan jî berdewam dike û bertek nîşanî rayeya dane waliyan dan. Ji şêniyan Hacî Îpek bal kişand ser guhertina OHAL’ê û wiha got: “Dibe ku nav guherîbe lê heman pergal didome û pêk tînin. Duh heta ez hatim Wanê sê caran hatim sekinandin û ser min lêgerîn kirin. Ev pergala Erdogan e. Niha erkek berifeh dan waliyan jî. OHAL ranebûye heman pêkanîn didomin. Tenê nav guherî lê tu tiştek neguherî. Pêkanîna zextan li ser civakê dewam dike. Birêkûpêk em nikarin biçin gundên xwe û derkevin zozanan.” 
 
'RAYEYA WALIYAN TIŞTEK ŞAŞ E’ 
 
Seyîthan Saribulak jî destnîşan kir ku OHAL nehatiye rakirin û got: “Heman OHAL disekine û zext jî didomin. Kes nikare daxwazên xwe bîne ziman. Wê rayeya dane waliyan şaş dibînim.” 
 
'QEDEXEKIRIN HATINA MIROVEK JI OHALÊ XERABTIR E’ 
 
Abdullah Kaçan jî têkildarî rayeya dane waliyan got: “Qedexekirina kesan a hatina bajaran, ji OHAL’ê wêdetir  û xerabtir e. Rayeya waliyan di OHAL’ê de jî ne ewqas bûn. Lê niha rayeya walî deh qat zêde bûn. OHAL’a rastî ranebûye.” 
 
‘OHAL RANEBÛYA BÊTIR DÊ BAŞTIR BIBÛYA’ 
 
Emîn Tîmur jî diyar kir ku her çiqas bêjin OHAL rabûye jî tu feyde li civakê nake û got: “OHAL nehata rakirin ji van pêkanîn û şertan baştir bû.” 
 
‘ZILM DEWAM DIKE’ 
 
Huseyîn Uzer jî da zanîn ku heman zext û zilm dewam dike û got: “Li cihek ku walî lê bikin desthilatdar û rayeya wî fireh bikin, dê hin bêtir OHAL, zext û zilm hebe. Wê her tişt li wir qedexe bûyî be û kes nikare li mafê xwe bigere.” 
 
Îdrîs Aslan jî anî ziman ku heta ew diçin zozanên xwe gellek caran tên lêgerînkirin û got: “Dibêjin OHAL rabû, lê me tu guhertinan nedît. Her tim li ser vê axê OHAL heye. Destûr nadin ku em sewalên xwe jî bi wesayît veguhezînin. OHAL ranebû, didome.” 
 
‘BI RAKIRINA OHAL’Ê MIROVAN DIXAPÎNIN’ 
 
Îlhan Kurtdogan jî da zanîn ku di fermiyetê de OHAL hatiye rakirin lê rayeyê polîs û leşker bikar tînin û got: “Însanan bi rakirina OHAL’ê dixapînin. Lê OHAL ranebûye. Gel ji ber vê rewşa OHAL’ê bêzar e û mexdûr bûye. Ne tenê niha bi salan e OHAL didome.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye