Bergirî negirtin goristan wergeriya herriyê

  • rojane
  • 12:13 25 Tîrmeh 2018
  • |
img

ÎDIR – Li navçeya Başan a Îdirê ji ber lehiyê zêdetirî hezar goran di bin herriyê de man. Gundî bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku beriya çend mehan ji bo bergiriyan qeymeqam agahdar û hişyar kirine.

 
Beriya çend rojan goristana di navbera gundên Kolîkent û Karhacili yên navçeyan Başan a Îdirê de ji ber lehiyê di bin herriyê de ma. Herriya ku bi lehiyê re hatiye bi qasî metreyekî ser nêzî hezar goristanî girtiye. Kelên goran jî ji ber ku di bin herriyê de man goristan bûye wek deştekî.
 
Gundiyan diyar kir ku beriya çend mehan bi armanca ku bergirî bên girtin, hem serî li keyayên her dû gundan û hem jî li qeyqamê navçeyê dane. Gundiyan her wiha destnîşan kir ku ji keyayan û qeymeqam xwestine berê ava ku ji Çiyayê Agiriyê tê, bi dîwarekî betonê biguherînin. Gundiyan got ku li gel vê agahdarî û hişyariya wan jî bergirî nehatine girtin û ji ber vê yekê goristanên wan ên ku biçin serê diayekî bikin jî nema ne. 
 
‘EZ Ê WAN ÇAWA BİBÎNIM’
 
Welatiyê 85 salî yê bi navê Hecî Kadîr Karapinar ê ji gundê Karahaciliyê diyar kir ku gelek caran serî li rayedaran daye û wiha got: “Ji bo sewal neçine ser goran me dora goristanên xwe bi têlan çikiribû. Herî dawî me ji rayedaran xwest ku dora goristanên me bi betonê çibikin. Lê kesî me guhdar nekir û Îro goristanên me ketine vê rewşê. Hevsera min û gelek kes ji malbata min di goristanê de ne. Ez ê niha çawa gorên wan bibînim û ji bo wan fatîhekî bixwînim?”
 
‘MIN REWŞÊ JI QEYMEQAM RE GOTIBÛ LÊ’
 
Welatiyê bi navê Mehmet Fîgan ê ji gundê Kolîkentê jî da zanîn ku keyayê gund ji bo berê ava ji Çiyayê Agiriyê tê, bi betonê bê veguhastin serî li rayedaran daye û ev tişt anî ziman: “Beriya çend rojan ez bixwe jî çûm cem qeymeqam. Min ji qeymeqam re got ku ava baranê hemû bi ser goristanê re tê û jê xwest ku berê avê bi betonê ji goristanê veguhezînin. Soz dan ku çibikin lê nehatin bergirî negirtin. Nêzî hezar gor di bin herriyê de mane û gelek gor jî herifîne.” 
 
‘BILA GORÊN MAYÎ BÊN PARASTIN’
 
Fîgan destnîşan kir ku piştî lehiya ku bi ser gorên wan de hatiye ava gundê wan jî batiye birîn û ev tişt gotin: “Bi goran re zeviyên me yên li cem goristanê jî di bin herriyê de man. Dar û zeviyên me niha ji ber herriya ku di ser wan de girtiye hişk dibin. Bila rayedar bergiriyan bigirin û qene tiştek neyê serê gorên me yên mayî.  Niha ji ber lehî û herriyê kes cihê gorên xwe nizane. Heta niha paqijî jî nehatiye kirin. Wisa xwuya dike gorên me yên di bin herriyê de mane dê wisa bimînin.” 
MA / Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye