STENBOL - Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê rapora tenduristiyê ya bêdem dabû hikimxwarê Rêxistina Sûc a Organîzeyî Alaattîn Çakici. Wasiyên girtiyên enxweş bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan ji a Çakici girantir hene. Eger tiştek bê kirin divê ji bo hemû girtiyên nexweş bê kirin."
Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê rapora tenduristiyê ya bêdem dabû hikimxwarê Rêxistina Sûc a Organîzeyî Alaattîn Çakici ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet bahçelî serdana wî kiribû. Li gor rapora ku hatiye dayîn Çakici, heftê 7 rojan dikare bi kesên dixwaze re hevdîtinê çêbike. Wasiyên girtiyên nexweş bertek nîşanî vê yekê dan û bal kişandin ser rewşa 402 jê giran hezar û 153 girtiyên nexweş.
‘DEV JI VÊ POLÎTÎKAYA DUBENDÎ BERDIN'
Sevîm Kanva, wasiya Alî Gulmezê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê de ye û nexweşîna prostatê û gurçikê pê re heye, diyar kir ku bi taybetî jî di ji bo girtiyên edlî û siyasî polîtîkayeke cihêkariyê tê meşandin. Kanva, serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi bîr xist û got, piştî serdanê rapor hatiye dayîn û ev yek nîşan dide ku biryareke polîtîk e.
Kanva, destnîşan kir ku divê rapora ku ji bo Çakici hatiye dayîn ji bo hemû girtiyan bê dayîn û got: "Girtiyên nexweşîna pençeşêrê, şîzofreniyê bi wan re hene û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin hene û di hucreyên yekkesî de tên girtin. Girtiyên di lîsteya girtiyên enxweş ên girn de ne bi mirinê re rû bi rû ne û pêdiviya wan bi moralê heye. Em hemû jî dizanin nexweşîneke Alaattîn Çakici ya cidî tune ye. Lê dîsa jî rapor hatiye dayîn. Ev yek cihêkarî ye. Bila ji bo girtiyên ku di hcureyeke yekkesî de tên girtin û şert û mercên wan ên jiyanê hemû hatine sînrodarkirin qanûnek bê çêkirin. Divê demildest dev ji vê polîtîkaya dubendiyî bê berdan."
GIRTIYÊN KU REWŞA WAN JI YA ÇAKICI GIRANTIR HENE'
Arzû Aksakal, wasiyê Yaşar Erîşê di Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Tekirdagê de ye û nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, got: "Li pêşberî me girtiyekî ku di xewna xwe de rûyên perçekirî dibîne û jê re dibêjin 'xwe bikuje' heye. Şîzofrenî ye û di hucreyeke yekkesî de bi tena serê xwe dimîne. Ev feraset bi xwe jî nîşan dide ku biryara ji bo raporê hatiye dayîn polîtîk e."
Aksakal, anî ziman ku pêdiviya girtiyên nexweş bi moralê heye û got: "Girtiyên ku 15 rojan carekê mafê wan ê hevdîtina girtî, dawiya mehê carekê mafê wan ên hevdîtina vekirî, mafê wan ê hewadariyê ku 3 saet e û mafê wan ê spor û çalakiyan ji dest wan hatine girtin hene, lê raporêd idin Çakici. Eger bi rastî jî nerihet be dê rapor bê dayîn, lê belê divê ev yek ji bo girtiyên nexweş hemûyan bê dayîn û qanûnek di vê çerçoweyê de bê derxistin."
Aksakal, bilêv kir ku girtiyên nexweş ên rewşa wan ji ya Çakici girantir hene û got: "Girtiyên ku herdu milên wan tune ne û ji sedî heştê dilê wan naxebite hene. Dema em van tiştan hemûyan bînin gel hev, diyar dibe ku ka pêdiviya kê bi moralê heye. Divê rapora ji bo Çakici hatiye dayîn ji bo girtiyên nexweş hemûyan jî bê dayîn. Rapora ji bo Çakici hatiye dayîn polîtîk e û cihêkarî ye."
'DIVÊ RAPORÊ BIDIN GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN DIN JÎ'
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan û wasiyê Menderes Leyla ku di Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Tekirdagê de ye û nexweşîna tuberkulozê, mîgren û gurçikê pê re heye, Hatîce Onaran destnîşan kir ku dema mirov di pencereya mafên mirovan de li vê rewşê dinere divê şert û mercên girtiyên nexweş hemû wekhev bin. naran, bi bîr xist ku di girtîgehan de 402 girtiyên nexweşîna wan giran hene û got: "Nexweşiya nêzîkî 200 girtiyî pençeşêr e. Yanî pençeşêr wekî ku tê zanîn nexweşîneke ku vegera wê tune ye. Zavayê Kadîr Topbaş Omer Farûk Kavûrmaci ji ber ku nexweşîna epîlepsiyê pê re hebû berdan. Lê di wê pêvajoyê de bi qasî me tespît kir 41 girtiyên nexweşîna epîlepsiyê bi wan re heye hebûn. Eger ev tişt ne polîtîk û neyteke siyasî têde tune be an jî en dubendî be û mesel tenê nexweşîn me, divê ev yek ji bo hemû girtiyan bê kirin."
'DIVÊ DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊ BIHÎSTIN'
Onaran, bilêv kir ku rapora Çakici bi şaîbe ye û got: "Divê rayedar dengê girtiyên enxweş bibihîsin û divê di çerçoweya mafên mirovan de rapro bên amadekirin û di demeke nêz de girtiyên nexweşîna wan giran bên berdan."
MA / Elif Çetiner