AMED - Aktîfîsta TJA Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku 3 partiyên di meclîsê de cih digirin, ne xwedî hişmediya îstîsmar û tundiya li ser jin û zarokan çareser bikine û got: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, pêwîstî bi rêxistinbûyînek xurt heye ku karibe civak û pergalê biguherine.”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhna Şîmşek, rejîma yekzilamî û nûnertiya jinan a di Meclîsê nirxand. Şîmşek, diyar kir ku bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re li Tirkiyeyê rejîm dê biçe guhertinan û wiha axivî: “Ev rejîm dixwaze bi destê zilaman mafê jinan bê deste ser kirin. Niha di Meclîsê de 3 partî hene. Lê jinan temsîl nakin û ne xwedî hişmediya îstîsmar û tundiya li ser jin û zarokan çareser bikine. Tenê partiya HDP’ê temsîliyeta wekhev a jinê esas digire. Daxwazên jinan ên azadî û wekheviyê hene. Gava em li qanûnên AKP’ê yên derxistine mêze dikin, jin û zarokan hepsî malê dikin, zarokan ji civakê dûr dixin û rê li ber îstîsmara zarokan vedikin.”
DÎWANA EDALET Û HEQÎQETÊ
Şimşek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo bi dawî anina zêdebûna kuştinên jinan û îstîsmara li ser zarokan, divê qanûnên nû bên derxistin. Divê di meclîsê de Dîwana Edelat û Heqîqetê bê avakirin. Di heman demê de divê mûxatabên jinan cihê xwe di vê dîvanê de bigirin û ji bo guhertina qanûnan nêrînên wan bên esas girtin. Em tu caran nakirin li hemberî tundiya li ser jinan û îstîsmara li dijî zarokan bê deng bimîn in. Derbarê vê yekê de xebatên me hene. Ger em ê bi hevre bijîn, divê em bi hevre jî van pirsgirêkan çareser bikin.”
‘TOREK RÊXISTINÊ YA XURT PÊWÎSTE’
Şîmşek di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Pêkanînên OHAL’ê yên dinava civakê de kaos dan avakirin, pirsgirêkên jin û zarokan mezintir kirin. Divê KHK bên rakirin. OHAL bû sedem ku tundiya li ser jin û zarokan zêdetir bibe. Gava em li bûyerên Leyla û Eylûl mêze dikin, bi hezaran bûyerên wiha yên zarokan hene. Qanûnên bi darvekirin û xesandinê ne çareserîne. Li dijî tundî û îstîsmarê divê civak û pergal bên guhertin. Ji bo vê yekê jî divê torek rêxistinkirinê ya xurt bê avakirin.”
MA / Esra Solîn Dal