Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan

img
HATAY - Namzetê HDP'ê yê Hatayê û hunermend Bariş Atay, diyar kir ku ger biçin meclîsê dê deng û daxwazên kolanan bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan nava gel. Atay, da zanîn ku ger herdu bi hevre pêş nekevin têkoşîn encam nastîne." 
 
Namzetê HDP'ê yê Hatayê Bariş Atay ku bi nasnameya xwe ya hunermend û muxalifiyê tê zanîn, di hemam demê de bi hestiyariya xwe ya li hemberî pirsgirêkên civakê jî tê nasîn. Namzetê HDP'ê Bariş Atay, li ser xebatên hilbijartinê û armancê xwe axivî. Atay, ku zêdetir bi karê hunerê mijûl bûye bi namzetiya HDP’ê tev li siyasetê bû. Niha xwe amade dike ku biçe meclîsê û dengê kolanan bime meclîsê û meclîsê jî daxe kolanan. 
 
‘DIVÊ HER KES LI CEM HDP'Ê CIH BIGIRE
 
Atay, anî ziman ku Tirkiye bi destê îktîdarê dikeve nava tariyê û wiha got: "Li diji tariyê min berpirsiyarî da ser milê xwe û xwest di nava HDP’ê de bibim dengê kolanê. Hemû kesên têkoşîna mafên mirovan û azadiyê dide divê li cem HDP'ê cih bigire. Di vê serdemê de bi taybetî nasnameyên cuda yên ku mafê wan hatiye binpêkirin jin, ciwan, LGBTî, xizan û hemû beşên civakê yên dengê wan hatiye qutkirin li cem HDP'ê cihê xwe bigire. AKP tenê dijminantiya hunerê û hunermendan nake. Di heman demê de dijminê mirovahiyê ye. Dijminê sewalan û ekolojiyê ye. Dijminê hemû tişta erênî ye. Ez wekî hunermendekî rastî gelek zext û astengiyan hatim."
 
‘DIVÊ HUNERMEND NE GIRÊDAYÎ ÎKTÎDARÊ BIN' 
 
Atay, xwest her kes pirsgirêkên dijî rast pênase bike û rast ji bo wan li çareseriyê bigere û wiha berdewam kir: "Zextên AKP'ê li ser hunerê gelek zêde bûne. Ji ber ku di cewherê hunerê de helwesta muxalifî heye. Huner beyî milê polîtîk divê ne li gorî îktîdarê be û ne di xizmeta îktîdarê de be. Huner pirsgirêka civakê tespît dike û tîne ziman. Huner awêneya civakê ye û divê her dem bîne ziman." 
 
'PÊWISTE EM BI HEVRE DENG DERXIN'
 
Atay, ku endamê sazumankariya Sendîkaya Lîstikvanan e daxuyand ku der barê hunerê de jî dê hemû avantajên ku têkeve destê wî pêk bîne. "Ewil tev li Şanoyên Dewletê, Şanoyên bajaran bûn. Niha tev li şanoyên taybet dibin. Quyûm tayîn dikin. Em dê li dijî vê yekê derkevin. Em dê dengê xwe bilind bikin. Ger ku em wekî wekîlekî têkevin meclîsê em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî bînin kolanê. Em dê bandora şerê Sûriye ya li ser Bajarê Hatayê bînin rojevê. Hatay cihekî kozmopolît e. Lê îktîdarê darbeyek mezin lê da. Divê em bi lezgîn li ser van pirsgirêkan rawestin û çareser bikin. Em dê kolanê bibin meclîsê û meclisê daxin kolanê. " 
 
 
 

Sernavên din

17/06/2018
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
16/06/2018
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
15/06/2018
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
13/06/2018
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
12/06/2018
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
10/06/2018
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê