ANTALYA - Namzetê HDP'ê yê Antalyayaê Kemal Bulbul, destnîşan kir ku dê AKP pirsgirêka elewiyan çareser neke. Bulbul, bilêv kir ku HDP bawerî û nasnameyan hemûyan dihebîne û got: "Dê têkilayiya wekheviyê pirsgirêka me çareser bike. Têkilayiya wekheviyê jî HDP ye."
Namzetê HDP'ê yê Antalyayê û serokê giştî yê berê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul, di sala 1963'yan de li Erxevana Meletiyê hatiye dinê û piştî li Zanîngeha Trakyayê xwedn li Semsûrê mamostetî kir. Bulbul, di nav Egît-Sen û Egîtîm Sen'ê de cih girt û yek ji damezrînerê KESK'ê ye. Bulbul di sala 1996'an de dev ji mamostetiyê berdab û di nav HADEP'ê de bi awayekî çalak dest bi siyasetê kir. Bulbul, demekê Serokatiya HADEP'a Enqereyê kir û di nav xebatên Çapemenî û Weşanê ya Navenda Giştî ya HADEP'ê de cih girt. Bulbul, di hilbijartina 1999'an de di girtîgehê de bû û namzetê herêma duyem a Enqereyê bû. Di sala 2003'ayn de piştî Dadgeha Bilind HADEP'ê girt, 5 sal cezayê qedexekirina siyasetê lê hat birîn. Bulbul, di PSAKD û Federasyona Elewiyên Bektaşî de 4 serdeman rêvebertî kir. Di sala 2015'an de bû namzetê parlementeriyê yê Semsûrê. Her wiha di rojnameya Ozgur Gundem û Ozgur Polîtîkayê de gelek nivîs nivîsandin. Niha di rêza yekemîn de namzetê HDP'ê yê Antalyayê ye.
'HER TIŞT ANÎN SERÊ ELEWIYAN'
Bulbul, diyar kir ku der barê baweriya elewîtiyê de gelek gotar û nivîs hene û got: "Niha namzetê HDP'ê me. Ma AKP, çi ne anî serê elewiyan. Ji dêvla ku pirsgirêka elewiyan çareser bike, pirsgirêk mezintir kir û ji bilî tunekirin û înkarê tu tişt nekir. Li gorî tiştên ku diyanetê diyar kirin tev geriya."
Bulbul, nêzîkatiya AKP'ê ya ji bo elewiyan bi bîr xist û got: "Di vê çarçoveyê de em li ser 5 noqteyên hevpar hatin gel heve û me ev berpêş kirin. Paşê 6 komcivîn hatin çêkirin. Gazî bersûc, îlahiyatnas û mamosteyên komkujiya elewiyan kirin û bi vî awayî bûyerê deforme kirin." Bulbul, bilêv kir ku di çanda AKP'ê de çareserkirina pirsgirêka elewiyan tune ye û got: "Dixwaze elewîtiyeke li gorî dewletê û diyanetê çêbike."
'HDP ELEWÎ HEMÊZ KIR'
Bulbul, destnîşan kir ku AKP ji bo cihêkariyê têxe nav civaka elewiyan her tişt kir û di dema AKP'ê de bi awayekî sîstematîk 5 caran deriyê elewiyan hatin îşaretkirin. Bulbul, anî ziman ku elewî bi çewisandin û gefan re rû bi rû dimînin û got: "AKP'yeke ku kelepûra osmaniyan didomîne heye. AKP, niha rêziknameya elewiyan a Serdema Osmaniyan dewam dike. Ligel vê aqlê dewleta edetî çi kir. Wê jî heman tişt kir." Bulbul, anî ziman ku niha ew hewl didin ku di vê nêvenga pirçandî û pirnasnameyî de, jiyaneke azad û wekhev pêk bînin û got: "HDP'ê got; civaka elewî jî dikare bê partiya me û xebatên xwe bike, civakên din jî dikarin bikin. Loma em elewî li cem HDP'ê ne."
Bulbul, diyar kir ku AKP tenê navê zanîngeha li nevşehîrê kiriye Zanîngeha Haci Bektaş Velî û têketina Dergahê bêpere kiriye û got: "AKP, ma tu kî yî ku tu yê statuyeke qanûnî bidî baweriya elewîtiyê, bidî Haci bektaş û Seyîd riza. Gel statuya wan daye û ev bi têkoşîna gel bi dest ketiye. Pêdivî bi îcazaet û pesna kesî tune ye. Yanî em mantiqa ku baweriya elewîtiyê bi cemxaneyê ve tê girêdan rast nabînin. Kesê wisa dikim em wan rexne dikin û dibêjin pirsgirêka elewîtiyê karîkaturîze dikin. Pirsgirêka elewîtiyê ne girêdayî naskirina cemxaneyê ye. Em dixwazin pirsgirêka elewîtiyê bi her awayî bê sererastkirin û li ser asasên heqîqetekê bê rûniştandin. Ev pirsgirêk bi naskirina cemxaneyê tenê nayê çareserkirin. Civaka elewî hay ji vê yekê heye."
Bulbul, destnîşan kir ku dê têkilayiya wekehviyê pirsgirêka wan çareser bike û got: "Têkilayiya wekehviyê jî HDP ye." Bulbul bang li elewiyan kir û got: "Niha em bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne. An em ê li hemberî vê feraseta tunekirin û înkarê ya Yezîd tewrê xwe nîşan bidin an jî mixabin dê ev pirsgirêk dewam bikin. Em elewî mecbûr in ku bên cem hev û bi hevdur re bitêkoşin. 24'ê Hezîranê ji bo vê yekê gaveke girîng e. Em dê di vê çarçoveyê de ewil Antalyayê û paşê li hemû Tirkiyeyê bitêkoşin."