Dadgehê der barê serlêdana ji bo TV û radyoyê biryar da: Ocalan gilî nekiriye!

  • rojane
  • 09:20 17 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL- Piştî hat îdiakirin ku radyo û TV'ya Ocalan hatiye desteserkirin, parêzeran serî li dadgehê dabû. Dadgehê ji bo vê yekê got "bêyî gilikîrina hikumxwaran, di qanûnê de sererastkirineke ku li ser daxwaza wekîlan agahî bê dayîn tune ye" û bi vî awayî serlêdana parêzeran red kir. 
 
Rayedarên KCK'ê daxuyandibûn ku li Girtîgeha Îmraliyê radyo û TV'yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine desteserkirin. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê dabûn. Di serlêdanê de hatibû daxwazkirin der barê vê rewşê de agahî bên dayîn. Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê der barê daxwazên parêzeran de ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê doza mutalayê kir. Dadgeriyê di biryara xwe de diyar kir ku di vî warî de peywireke wan a ku bersiveke wisa bidin û got: "Bêyî gilikîrina hikumxwaran, di qanûnê de sererastkirineke ku li ser daxwaza wekîlan agahî bê dayîn tune ye" û bi vî awayî serlêdana parêzeran red kir. 
 
Piştî dadweriyê daxwaza parêzeran red kir, dê parêzer serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. 
 
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica diyar kir ku ji xwe ew dizanin muwekîla wan Abdullah Ocalan nikare bi derve re pêwendiyê deyne, qedexeya li ser hevdîtinê, serdana malbatan didome. Sarica got: "Lê belê tenê me ne ji bo têkiliya wî ya bi derve re, me ji bo ka li Girtîgeha Îmraliyê bi astengiyan re rû bi rû dimîne, radyo û televîzyonê bi kar tîne yan na û lêpirsîneke dîsîplînê û mueyîdeyeke heye yan na serlêdan pêk anîbû. Me bi vê serlêdanê xwest ku eger der barê muwekîlê me de biryareke sînordarkirinê hebe em dixwazin teblîxî me bê kirin û ji bo em mafên xwe yên îtirazê bi kar bînin me serlêdan pêk anîbû. Lê belê Dadweriya Înfazê daxwaza me red kir. Dadweriyê di biryara xwe de diyar kir ku 'bêyî gilikîrina hikumxwaran, di qanûnê de sererastkirineke ku li ser daxwaza wekîlan agahî bê dayîn tune ye.'" 
 
Sarica bi lêv kir ku mirov dikare biryara dadweriyê ji gelek hêlan ve binrixîne û got: "Em parêzer piştî serlêdanê, bi biryareke wisa re rû bi rû man. Mafekî me heye ku em li ser navê Birêz Ocalan serlêdanê bikin. Ev ji ber Qanûna Binegehîn e. Di Qanûna Bingehîn de hikmeke ku, tu meqem nikarin xwe ji bo mafê serlêdanekê xwe li nedîtinê deynin. Her wiha di Peymana Mafên Mirovan de mafê darizandineke adil û mafê serlêdanê yê herkesî heye. Demek berê Dadgeha Qanûna Bigehîn der barê lêpirsînên dîsîplînê de biryara dabû ku Dadweriya Înfazê peywirdar e û di vî warî de tu teredut tune ne." Sarica destnîşan kir ku di biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 2016'an de tê diyarkirin ku divê di warê şêwirmendiya hiqûqî ya hikumxwaran û têkiliya wan a bi cîhana derve re bi awayekî hesas liv û tevger xwe bidin der û divê astengiyên di vî warî de hemû bên rakirin. Sarica anî ziman ku lê belê ligel vê yekê jî Dadweriya Înfazê ji bo van tiştan xwe li nedîtinê danî û serlêdana wan red kir. 
 
‘DI WARÊ TECRÎDÊ DE ASTA DARAZÊ NÎŞAN DIDE' 
 
Sarica diyar kir ku bi vê biryarê re bi temamî hiqûq hatiye binpêkirin û got: "A rastîn ne pêkan e ku mirov vê yekê wekî biryarekê binirxîne. Çimkî di biryarê de tê gotin ku 'peywireke min a bi vî rengî tune ye.' Yanî reva ji peywirê heye. Rewşeke reva ji peywirê heye. Yanî têkildarî pêvajoya Îmraliyê rewşeke nebiryariyî heye. Çimkî ev biryar neravekirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê tîne ziman. Ji bo serlêdana me çi erênî û çi jî neyînî biryarek nehat dayîn. Ev di warê hiqûqî de nîşan dide ku ka li hemberî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê daraz di çi astê de ye. Civakeke ku bi edaletê bawer nake heye û em di serdemeke wisa re derbas dibin. Lê belê ec biryar, ji bê rewşê jî wirdetir e."