DENÎZLÎ – Rêxistina HDP’a Denîzliyê da xuyakirin ku armanca wan ew e wekîlek bişînin Meclîsê. Hevseroka HDP’a Denîzliyê Cevahîr Kayar hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand û got: “Bi taybetî di nav jinan de kelecanek heye. Jin di fikra ku piştevaniya HDP’ê bikin de ne.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîzliyê xebatên xwe yên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Li gel vekirina buroyên hilbijartinê, civînên gel li dar dixe û bi gel re tên gel hev. HDP’a Denîzliyê dide xuyakirin ew bi hêviya atmosfera li kolanan diçin hilbijartinê. 730 hezarî zêdetir hilbijêr li bajêr hene. 8 wekîlên bajêr hene. HDP şandina wekîlek ku bişîne Meclîsê kiriye armanca xwe.
‘BEŞDARÎ HÊVIYE MEZIN DIKE’
Hevserokê HDP’a Denîzliyê Mehmet Siddik Eker diyar kir ku wan li taxan, navçeyan û navenda bajêr plansaziyên xwe temam kirine û got: “Hefteya derbasbûyî me dest bi xebatên xwe kir. Em bi beşdariya pêkhateyên HDP’ê û jinan xebatên xwe bi hêviyek mezin birêve dibin. Polîs li her deverê xebatên me dişopînin û dixwazin astengiyan derbixin. Ev yek jî dide nîşandan ku xebatên HDP’ê wan ditirsînin. Gelê me û hevalên me bi kelecan in. Ji ber vê yekê potansiyela em wekîlek bişînin Meclîsê heye. Em vê ji kelecanê jî dibînin. Ji bo encamek serkeftî li Denîzliyê bi dest bixin, çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
‘JINÊN CHP’Î ÇARESERIYÊ DI HDP’Ê DE DIBÎNIN’
Hevseroka HDP’a Denîzliyê Cevahîr Kayar jî anî ziman ku jin ji her demê bêtir bi wêrekî û hêvî dixebitin û wiha got: “Jinên me ji her demê bêtir li pêş in. Bi coşek mezin xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Jin dibînin ku HDP partiya jinan e û temsîl dike, berê xwe didin nav refên HDP’ê. Bi vê hêviyê li HDP’ê dinêrin. Kelecan û hêviya jinan me mezin dike û xurt dike. Jinên CHP’î jî çareserî û hêviyê di HDP’ê de dibîne. CHP’î jî dibêjin ku ew ê piştevaniya HDP’ê bikin.”
MA / Ahmet Kanbal