Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin

img

ÊLIH – Yek ji bajarên herî zêde betalî lê heye Êlih e. Ciwanên ku bi zor kar peyda dikin jî, bi heqdesteke di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin. Ciwanên karker gotin, ew rojê herî kêm 12 saetan dixebitin. Ciwanan bi lêv kir ku ew bê sîgorte dixebitin û mehê herî zêde hezar û 200 lîre distînin. 

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2017’an de hejmara betaliyê 3 milyon û 454 hezar e. Bajarên ku betalî herî zêde lê heye yek jê jî Êlih e. Li Êlihê herî zêde ciwan betal in. Ciwanên ku bi zor kar dibînin jî, di biniya meaşê kêmtirîn de distînin. 
 
'BILA WERIN BETALIYÊ BIBÎNIN’ 
 
Ferhat Ertaş (24) ê li Taxa Petrolê dijî, destnîşan kir ku ew bêsîgorte û di biniya meaşê kêmtirîn de dixebite. Ertaş got: “Di heyata xwe de cara ewil di fabrîkayê de xebitîm û hezar û 200 lîreyî distînim. Bêsîgorte û destûra heftane hatim xebitandin. Ma mirov dikare heta kuderê îdare bike? Em rojê 10-12 saetan dxebitîn. Her dere Êlihê wisa ye. Ji ber vê em jî berê xwe didin rojavayê Tirkiyeyê û di înşeatan de dixebitin.”  Ertaş, diyar kir ku her roj di televîzyonan de tê gotin ku betalî diqede û got: “Kesên van nûçeyan çêdikin, bila werin vir û betaliyê bibînin. Ji bilî we tu rojnameger nehatine vê taxê. Ji ber şer li vir kar tune ye. Ji ber şer heye, li vir betalî zêde ye.” 
 
'DI BINIYA MEAŞÊKÊMTIRÎN DE DIXEBITIN’ 
 
Mazlûm Kîlvan (25) diyar kir ku kirêya wan 400 lîre ye, lê belê ew bi zorê didin. Kîlvan, anî ziman ku di sala 2012’an de ji ber bêderfetiyan ew neçûye zanîngehê û got: “Ji roja ku lîse qediyaye ez betal im. Di karên demborî de xebitîm û ji wê rojê heta niha min qet meaşê kêmtirîn jî nestendiye. Di gelek karan de xebitîm, mehê bi 900 lîreyî, hezar lîreyî.” Kîlvan diyar kir ku tenê veberhênanî têr nake û got: “Helbet fabrîke bên çêkirin wê baş be, lê divê patron biwijdan bin. Divê herî kêm meaşê kêmtirîn bidin. Di fermiyetê de dibêjin em meaşê kêmtirîn didin, lê hemû derew in. Hemû kesên dixebitin di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin.” 
 
ROJÊ BI 40 LÎREYÎ DIXEBITE 
 
Bavê 2 zarokan Erdal Demîr (29) anî ziman ku ji ber ku karek peyda nekir, rojê bi 40 lîreyî di qehewexaneyê de dixebite û got: “Ciwanên Taxa Petrolê û yn din ji ber betaliyê diçin qehwexaneyan. Ka çi bikin. Havînan her kes berê xwe dide rojavayê welat û li ser înşeatan dixebitin. Ji ber li van deran di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin mirov difikirin ‘em ji bo hezar lîreyî naxebtin.’” 
 
MA / Metin Yoksu

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye