‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’

img
ÎZMÎR - Welatiyê ji Efrînê Xelîl Îbrahîm ê 60 salî yê ev çend salin li Îzmîrê dijî, diyar kir ku ji ber dagirkeriya bajarê xwe pir xemgîne û wiha got: “Bêhna zeytûnan ji barê me dihat, lê niha behna bombeyan jê tê.” 
 
Malbata Îbrahîm ê li bajarê Helepa Sûriyeyê dijiya, ji ber şer û pevçûnên bajêr 6 sal berê neçar ma hat Tirkiyeyê. Malbat eslê xwe ji bajarê Efrînê ye û piştî tên Tirkiyeyê li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê bi cih dibe. Ew jî mîna malbatên din ên ji Sûriyeyê koç kirine, di nava şer û mercên xerab ên jiyanê de têdikoşîn. Dagirkeriya Efrînê li ser wan bandorek pir mezin kiriye û êşên wan zêdetir kirin. 
 
‘BEHNA ZEYTÛNAN JI BAJARÊ ME DIHAT’
 
Ji malbata Îbrahîm, Xelîl îbrahîm ê 60 salî, bertek nîşanî dagirkeriya Efrîn da û wiha axivî: “Ji ber êrîşan zeviyên zeytûnan ên sembola Efrînênê hatin wêrankirin û hilweşandin. Vê yekê êşek pir mezin xist dilê me. Dewleta Tirkiyeyê, dibin navê ‘Çiklê Zeytûnê’ de operasyon pêk tîne. Çiklê Zeytûnê aştiye. Tirkiye bi wêrankirin û şewitandina Efrînê re, aştî jî şewitand û wêran kir. Axa me bi darên zeytûna hatine dûrpêçkirin. Bêhna zeytûnan ji barê me dihat. Niha jî pêhna bombeyan jê tê.”
 
‘GAVA EFRÎN AZAD BIBI EMÊ  VEGERIN’ 
 
Îbrahîm xwest Tirkiye û komên hevkarên wê OSO ji Efrînê derbikevin û wiha bilêv kir: “Dewleta Tirkiyeyê mîna biyaniyekê ket welatê me. Em dixwazin ji Efrînê derbikevin. Efrîn cihê yekitiya gelane û bajarê azadî û aştiyê ye. Emê ne bi zora rayedarên dewleta Tirk, bi daxwaza xwe vegerin Efrîne. Gava Efrîn azad bû emê bi xwe vegerin welatê xwe.”
 
‘KA AŞTÎ LI KUYE?'
 
Hevjînê Îbrahîm, Sûreyya Suleyman a 51 salî jî, diyar kir ku gelê Efrînê heya niya tu zirar nedaye Tirkiyeyê û wiha axivî: “Tirkiye bi hincetên cûda ket Efrînê û Efrîn talan kir. Qaşo dê Efrîn  aştî anibûya Tirkiyeyê. Ka aştî li kuye? Hemû mal û milkên gelê Efrînê dizîn û talan kirin. Ma eve aştî?
 
Suleyman, da zanîn ku berî êrîşî Efrînê bê kirin, wan xwest vegerin Efrînê û wiha bi dawî anî: “Bila Tirkiye ji Efrînê derbikeve, emê wisan vekirin ser axa xweş. Em naxwazin bi çeteyên OSO re bijîn. Çeteyên OSO bajar talan kirin. Çi dibe bila bibe, dê dîsan Efrîn ji me re bimîne. Ji ber ku Efrîn a me ye. Piştî şer emê vegerin Efrînê.”

Sernavên din

09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye