Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!

img

ŞIRNEX - Li Cizîrê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin, piştî girtina dibistanên kurdî vê carê jî afîşên bi kurdî yên li ser otobêsn şaredariyê rakirin. 

Qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîra Şirnexê hat kirin, tehamulî kurdî nake. Qeyûm herî dawî afîşên bi kurdî yên li ser otobêsên şaredariyê jî rakir. Heman qeyûmê ku di 17'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn tayînî şaredariyê hat kirin, li navçeyê bi dorê dibistanên kurdî Kreşa Nûbihara Biçûkan a Zarkan, dibistanên seretayî yên bi navê Bêrîvan û Melayê Cizîrê girtibûn. Piştî girtina dibistanan, li avahiyên van dibistanan bi tirkî dersên olî tên dayîn û bi erebî qursên Qur'anê hatin vekirin. Bi taybetî perwerdekarên van dibistanên ku şaredarî ew fînanse dikin ji derdora Huda-Par û AKP'ê tên hilbijartin. 
 
BI NAVÊ MALA DENGBÊJAN TIŞTEK NEMA 
 
Tevî van kirinan, qeyûm xebatkrên şaredariyê yên bi kurdî diaxivin jî bi KHK'an da îxrackirin an jî peymana wan fesix kir. Qeyûm lewheyên bi kurdî yên di dema şaredariya DBP'î de li hundurê şaredariyê hatibûn daliqandin jî rakirin û herî dawî wêneyên dengbêjan ên li Mala Dengbêjan a Botanê daliqandî jî rakirin. Tevî vê qeyûm kesên bi kurdî nizanin li Mala Dengbêjan a Botanê kirin peywirdarê malê. 
 
Piştî ku dengbêj hew diçin Mala Dengbêjan, qeyûm hewl da ku asîmlasyonê lezgîntir bike û ji bo vê Komeleya Mûsîkiyê ya Cizîrê ava kir. Li mala dengbêjan a ku dengbêj hew diçinê demekê qeyûm hunermendên herêmî anîn vir û li vir ew bi tirkî perwede kirin û di çalakiyên şaredariyê de ji bo bertek neyên nîşandan van hunermendan kilameke kurdî jî li repertuara xwe bi cih dikirin, lê belê ji ber ku tu eleqe ji bo vê komeleyê çê nebû fealiyetên wê hatin rawestandin. 
 
ZIMANÊ XIZMETÊ TIRKÎ YE
 
Bi tayînkirina qeyûman re kesên ji metrepolên Tirkiyeyê anîn û li şaredariyê bi cih kirin tim bi gel re bi tirkî diaxivin û ev yek bandorê li zimanê kuçeyê jî dike. Bi taybetî jî 40 zabiteyên kadroyî yên di dema qeyûm de hatin girtin tim bi esnafan re bi tirkî xeber didin. Li nav şaredariyê jî gelek xebatkar ji ber tirsa ku dê ji kar bên avêtin bi kurdî xeber nadin. 
 
AFÎŞÊN BI KURDÎ HATIN RAKIRIN 
 
Herî dawî şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, nivîs û afîşên bi kurdî yên li ser otobêsên nav bajêr ên şaredariyê ku di dema şaredariya DBP'î de hatibûn kirîn rakirin. Di dema DBP'ê de afîş bi kurdî tirkî bûn, lê belê niha tenê bi tirkî ne. 
 

Sernavên din

26/04/2024
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye