Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine.
Li Mêrdînê, çinîna tirî dereng dest pê kir. Li gel vê, îsal randiman jî kêm bû. Gundiyên ku ji mecbûrî li dijî hilberîna endustriyî têdikoşin, li benda alîkariyê ne.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir.
Gulistan Al, li dijî qedexeya rêveberiya girtîgehê ya firçe û boyaxan, boyaxa solan û firçeyê ji ta yên pora xwe çêkirî bi kar anî û ev qedexeye bêwate kir.
1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ku bi hevkariya Şaredariya Cizîrê û KASED’ê tê lidarxistin, bi panela “Girîngiya govendê û ji hêla dîrokî ve cihê jinan ê di xebatên govendê de” dest pê kir.
9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 2’yemîn de berdewam e. Eleqeyeke zêde ya gel bo fuarê heye.