Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin

  • rojane
  • 09:14 19 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Herikîna Çemê Dîcleyê li aliyekî bi “Bendavên ewlehiyê” tê guhertin û talankirin, li aliyê din jî Çem, bi kavilên xaniyan û çopê tê qirêjkirin. Kavil û çopa dirijînin Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê rê li ber xeterya wêrankirina xwezayê vedike. 

Seranserî Çemê Dîcleyê li aliyekî bi “Bendavên Ewlehiyê” û kanên xîzê herikîna wê tê astengkirin, li aliyekî jî bi kavilên xaniyan û çopê tê wêrankirin û qirêjkirin. Ev yek hemû dibin sedema wêrankirin çem.  
 
MÎRATEYA CÎHANÊ DI BIN TALÛKEYÊ DE YE 
 
Li Baxçeyên Hevselê yên Sûra Amedê ku di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wek Mîrateya Cîhanê hat ragihandin, bi kavilên xaniyan û çopê tê qirêjkirin. Li qeraxê Çemê Dîcleyê ku di ber Baxçeyên Hevselê de derbas dibe hin kesên nasnameya wan nediyar, bi traktoran kavil ango xirabeyên avahiyan û çopê rijandine, ketine nava avê û derdorê qirêj kirine. 
 
Kavilên avahiyan û çopa hatiye rijandin hem Baxçeyên Hevselê û hem jî Çemê Dîcleyê dixe bin talûkeyek mezin. Ev qirêjiya hatiye rijandin li derdorê belav bûye û dîmenek nexweş radixe ber çavan. 
 
RAYEDAR HESTIYARIYÊ NADIN NÎŞANDAN 
 
Ev kavil û çopa hatiye rijandin demeke dirêje li wir disekine û heta niha rayedar û xwezaparêzên li bajêr hestiyarî nedane nîşandan û ev devera wek bihûştê di nava vê qirêjiyê de hatiye fetisandin. 
 
Şêniyên derdorê diyar kirin ku ev kavilên xaniyan û çop ji aliyê neqliyatvanan li ser daxwaza xwediyên baxçeyan, ji bo qeraxê baxçeyên wan zexm bibe û erdê baxçeyên wan zêde bibe tînin û vala dikin. 
 
‘ÇEM NE DI XEMA KESÎ DE YE’ 
 
Welatî Huseyîn Sesîguzel ê 65 salî diyar kir ku xwediyên baxçeyan ji neqliyatvanan dixwazin kavil û çopê bînin li ber çem vala bikin da ku ava çem li baxçeyên wan nexin û neqliyatvan bi traktoran tînîn vala dikin. Sesîguzel got xwediyên baxçeyan ketine derdê baxçeyên xwe û ava herikîna çem ne di xema wan de ye. Sesîguzel anî ziman ku neqliyatvan heqê seferên ku kavilan tînin dirijînin ji xwediyên înşatan distînin û neqliyatvan jî ji ber kara xwe dirijînin. 
 
‘EZ QEYÛM VEDIXWÎNIM BILA WERE LI VIR BINÊRE’ 
 
Sesîguzel got neqliyatvan xirabeyên xaniyan bi roj tînin dirijînin. Sesîguzel da zanîn ku ev kavil û çop dibe sedema qirêjiya çem û rijandina van kavilan ne hiqûqî ye. Sesîguzel diyar kir ku ew di serî de qeyûm-waliyê Amedê û hemû rayedaran vedixwîne biçin li derdora Çemê Dîcleyê binêrin ku ketiye çi rewşê û xwest demildest ev der were paqijkirin û parastin. 
 
WELATÎ JI VÎ DÎMENÎ ACIZ IN 
 
Welatiyên diçin temaşeya çem jî diyar dikin ku ew ji vî dîmenê kavil û çopê aciz dibin û dixwazin ku ber çem bê parastin. Welatî anîn ziman ku ev li deverek din a cîhanê din bûya dê wek çavên xwe lê binêrîna û biparastana. 
 
MA / Bîlal Guldem - Ozgur Paksoy