Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin

  • rojane
  • 13:15 18 Tebax 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Nûçegihanê me Ergîn Çaglar ê dibin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin kir, da zanîn ku rewşa wî başe û got: “Ez nizanim bi çi hincetê ez binçav kirim.”  

Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Mêrsînê Ergîn Çaglar, di 16’ê Tebaxê de, di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de dema çû Edliyeya Mêrsînê û xwest îfade bide, polîsan ew binçav kirin. Polîsan piştî Çaglar li Edliyê binçav kirin, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Dozger dûh li ser daxwaza polîsan, 2 roj din binçavkirin Çaglar dirêj kir. 
 
HEVDÎTIN BI PARÊZERÊ XWE RE KIR
 
Rojnameger Çaglar ê hevdîtin bi parêzerê xwe re kir, anî ziman ku rewşa wî başe û got: “Rastî tu mûameleyên xerab nehatiye. Lê ez hîna jî nizanîm bi çi hincetê hatime binçavkirin. Hîna îfadeya min nehatiye  girtin.”