Mehmet Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê dem dema berpirsyariyê ye

  • rojane
  • 11:20 14 Kanûn 2018
  • |
img
RIHA – Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku pêwîste li dijî tecrîdê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin û got: “Belê îro bêtir dem dema xwedî berpirsyariyê ye. Ji ber vê yekê divê tu kes ji berpirsyariyê nereve.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 37’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê jî koma duyemîn dewr girtibû û di roja 7’an de dewam dike. 
 
Birayê Ocalan, Mehemt Ocalan ê ku herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anîbû çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan nirxand. 
 
‘BERXWEDAN BÊSÎNOR E’ 
 
Mehemt Ocalan anî ziman ku 20 sal e tecrîda girankirî li dijî Ocalan didome û wiha got: “Ev sê salê dawî ye tecrîdek pir giran heye. Çalakiya Leyla Guven û girtiyên din gelek girîng e. Divê ev bar li ser milê girtiyan neyê hiştin. Tişta ku girtî bikin çalakiya herî radîkal e ew jî dê bedena xwe bidin ber mirinê. Lê berxwedana gelê me ya li derve bikin bêsînor e. Divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. Berevajî vê yekê dê bikevin rêyek jêveneger.” 
 
‘DIVÊ ÇALAKÎ LI ÇAR PARÇEYAN BELAV BIBE’ 
 
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku ji 2 salan zêdetir e tu temas bi Ocalan re nehatiye kirin û wiha domand: “Her rojek bi Serokatiyê re hevdîtin nayê kirin divê bibe sedema têkoşîna bi milyonan. Ev ji 2 sala zêdetir e me tu agahî jê negirtiye. Em ji tenduristî û jiyana wî bi fikar in. Ancak ne tenê em vê fikarê dijîn. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd bi vê fikarê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê çalakiyên ji bo Serokatiyê hatine destpêkirin, divê ne yek parçe lazim e li hemû parçeyên Kurdistanê berbelav bibe. Jiyana Serokatiyê jiyana gelekî ye.” 
 
 
‘TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DÊ POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê VALA DERKEVIN’ 
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku bi polîtîka giran a tecrîdkirina Ocalan daxwazên gelekî ji nedîtî ve tê û got: “Bi tecrîdê dixwazin gelê kurd tune bikin. Serokatî ji bo hemû netewan xwedî kesayetek girîng e. Dewlet bi tecrîdkirina Serokatî dixwaze gelek tiştan bike armanca. AKP îro dijminahiyek xedar li dijî gel birêve dibe. Vê jî bi tecrîdkirina Serokatiyê pêk tîne. Bidawîkirina tecrîdkirina Serokatî tê wateya em gavek din nêzî azadiya gelê kurd û Kurdistanê bibin. Bi şikandina tecrîdê re dê polîtîkaya zextên AKP’ê ya li ser kurdan bi dawî bibe.” 
 
‘TU KES NIKARE JI BERPIRSYARIYÊ BIREVE’ 
 
Ocalan bi bîr xist ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya sala 2012’an bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Serokatî çalakiya greva birçîbûnê ya wê demê gelek watedar û girîng dîtibû. Lê ji mirovên derve re gotibû ‘Bila berpirsyariya xwe ji zîndanan re bernedin.’  Belê îro bêtir dem dema xwedî berpirsyariyê ye. Ji ber vê yekê maf û şansê tu kesî tune ye ji berpirsyariyê bireve. Ez çalakiya Leyla Guven û girtiyan silav dikim. Ez êrîşa dewletê ya li dijî çalakiyan jî şermezar dikim.” 
 
MA / Erdogan Alayumat