Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!

img

WAN - Li Wanê çendî ku av bi hefteyan tê qutkirin jî, VASKÎ fatûreyên zêde ji dikandarên re dişîne. Dikandaran bertek nîşan dan û gotin: "Av tune ye, lê fatûreya min 3 hezar TL hatiye. Em fêm nakin ka ev çawa tê hesabkirin."

 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, dikandarên li Kolana Hunerê ku yek ji deverên herî qerebalix ên bajêr e, tevî nebûna avê ya demdirêj jî, fatûreyên bilind ji wan re tên. Ev fatûre ku ji hêla VASKÎ (Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Wanê) ve tevî nebûna avê tên birîn, di nav dikandaran de bûn sedema nerazîbûnê.
 
Dikandar Nadîr Bor anî ziman ku nêzî mehekê ye ava wan bêrêkûpêk tê û dawiya hefteyê bi temamî tê qutkirin û got ku ew bi derfetên xwe avê dikişînin. Bor got: "Ava me mehek e kêm tê û dawiya hefteyê jî qet nayê. Ez bi metereyan avê ji malê dikişînim. Îskan qirêjî dimînin. Hem em hem jî mişterî mexdûr dibin." 
 
Bor destnîşan kir ku ji bo kuçeya herî qelebalix a bajêr nedayîn avê nayê qebûlkirin û got ku bi tankêran anîna avê ne çareserî ye. 
Habîp Temel jî bilêv kir ku li Wanê pirsgirêka avê ne pirsgirêkeke nû ye û got: "Havînê û zivistanê em bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne. Ev li Şaredariya Mezin nayê. Birîna avê bandorê li her tiştî dike. Av tune be, paqijî jî tune ye. Paqijî tune be, mişterî jît une ne. Gava mişterî tune bin, em dixisirin. Em nikarin nan bibin mala xwe."
 
‘AV NAYÊ LÊ FATÛRE ZÊDE NE'
 
Dikandar Mûzaffer Dînç diyar kir ku av di nava rojê de pir hindik tê, lê dîsa jî fatûreyên wan zêde tên. Dînç got: "Rojê nîv saet an jî saetekê av tê, paşê tê qutkirin. Lê dîsa jî fatûre 3 hezar TL tê. Ev hesabekî çawa ye, em fêm nakin. Ez 150 hezar TL kirê didim. Ava min tune ye. Ji ber vê nikarim dikanê bigirim. Ez bi wesayîta xwe avê ji malê tînim. Lê paqijî nabe. Em rica dikin ji rayedaran bila çareyekê bibînin." 
 
Dikandar Ramazan Yîgît jî destnîşan kir ku ji ber nebûna avê mişteriyên wan kêm bûne û got: "Av du rojan tê 3 rojan nayê. Lê dîsajî fatûreyên me di navbera 3-4 hezaran de tên. Ji ber ku îskan qirêjî ne, em nikarin çay bidin mişteriyan. An bila ava me berdin an jî bila fatûreyan nebirin."