'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'

AMED - Di şînên ku ji bo Faruk Kurt, Medenî Kurt û Eşref Keser ên HPG'î û Ahmet Arcan ê YPG'î  hatin danîn de, soza girêdana bi bîranînên wan ve hat dayîn.
 
Li navçeya Farqînê ji bo Faruk Kurt (Xemgîn), Medenî Kurt (Azad) û Eşref Keser (Welat) ên HPG'î ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û li navçeya Rêzan a Amedê jî ji bo Ahmet Arcan (Xebat Amed) ê YPG'î ku di 26'ê Sibata 2015'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, şîn hatin danîn. Şînên ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hatin danÎn, bi awayekî girseyî hatin ziyaretkirin. Tevî partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek welatî tevlî şînan bûn û bi domdarî dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.
 
Di merasimê de Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Sevîktek Ari axivî û got ew ê bi bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane ve girêdayî bimînin û wiha got: "Destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi keda ciwanên me xurt e. Ji ber vê yekê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.”
 
Piştre li navçeya Farqînê şîna ku ji bo HPG'îyan hatibû danîn hat ziyaretkirin. Piştî sersaxî ji malbatê re hat xwestin, birayê Eşref Keser, Seyîthan Keser axivî û got, “Şehîd Welat ne tenê şehîdê wan e, yê tevahiya gelê Kurd û yê Kurdistanê ye. Em jî ji wî re soz didin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna wan bidomînin. Ez ji vir silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan re dişînim.”