Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin

img
ŞIRNEX - Şîna endamê HPG’ê Cezur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Endamê HPG’ê Cesur Gunduz (Nurhak Zagros) , di 13’ê Tebaxa 2020’ê de li herêma Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Gunduz, li navçeya Silopiya ya Şirnexê şîn hate danîn. Destûr nehate dayin şîn li gundê Gir Grewreyê were danîn lewma malbatê şîna xwe li mala xwe danî. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şîna Gunduz. Girse, bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê. Gelek kesan girse bi dirûşma “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne”, titilî û dersokên kesk, sor û zer pêşwazî kirin. 
 
Hevseroka DBP’a Silopiyayê piştî rêzgirtinê axivî û got: “Em ê têkoşîna wan mezintir bikn. Em ê heta dawiyê xwedî li pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin derkevin. Bila êdî tu dayik hêsiran nabarînin. Ji bo xurtkirina destê birêz Ocalan em ê têkoşînê mezintir bikin.” 
 
Bavê Gunduz, Servet Gunduz jî spasiya ziyaretvanan kir û got ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye. Piştre jî jinên tev li şînê bûn bi tililî û dirûşman derbasî konê şînê bûn. Wêneyên Gunduz bi cihê şînê ve hatin hilayîstin û gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Serdana girseyî piştî kirina duayan bi dawî bû.