Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome

img
WAN - Di demekî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didome de xebatên sîxûrkirinê yên dewletê jî zêde bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Salih Coşkun, diyar kir ku di nava mehekê de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê alîkariya hiqûqî ji wan xwestiye.  
 
Li rexekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û li rexa din jî piştî şer û pevçûn sekinînin, dewletê lez da belavkirina tiryakê, zexta sîxûrkirinê û polîtîkayên şerê taybet. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet salih Coşkun, da zanîn ku di nava meha dawî de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê serî li komeleya wan dane lê ev hejmar gelek zêdetir e. 
 
Coşkun, diyar kir ku kesên xwe weke polîs, îstîxbarat û cendirme dane naskirin, zexta sîxûriyê li van kesan ferz kirine û got: “Di çarçoveya van serlêdanan de me serî li Komîsyona Çavdêrîkirina Hêzên Ewlekariyê ya Wezareta Karên Hundir da. Her wiha me li dozgeriyê jî serlêdana sûc kir. Di serlêdanan de me xwest ev kes bên tespîtkirin û der heqê wan de lêpirsîn were destpêkirin.” 
 
'HEJMARA KESÊN SERLÊDAN NEKIRINE ZÊDETIR E’ 
 
Bi domdarî Coşkun anî ziman ku gelek kes ji ber ditirsin serlêdanê nakin, weke ÎHD’ê ew ê piştgiriyê bidin kesên serlêdan kirine û ji bo çareseriya meseleyê ew ê têbikoşin. Coşkun, got ku ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, hewceye lêpirsînên îdarî û edlî bên kirin. 
 
'PRATÎKÊN BI VÎ RENGÎ ZIRARÊ DIDIN PÊVAOYÊ’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Coşkun bi lêv kir ku pratîka sîxûrkirinê ya di demên dawî de zêde bûye zirarê dide pêvajoyê û got: “Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Di nava kesên ev zexta sîxûriyê lê hatiye kirin malbatên endamên rêxistinê jî hene. Bi rêbazekî derhiqûqî, bêyî lêpirsîneke edlî hebe hewl didin agahiyan kom bikin. Ev pratîk ne pratîkên pêvajoya çareseriyê ne. Gerîlayên PKK’ê çekên xwe şewitandin, ji bo dîsa vegerin daxwaza verastkirinên qanûnî dikin. Tevî vê jî hêj tu gavên şênber nehatine avêtin. Ev pratîk, zirareke mezin didin pêvajoyê. Divê tavilê ev pratîk bên terikandin.” 
 
Coşkun, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê encama polîtîkayên nîjadperest in û got ku siyasetmedar, bi gotinên nîjadperest rê li ber van binpêkirinên mafan vedikin. 
 
MA / Ozlem Yacan