Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya nû de bi manşeta “Mafê hêviyê gerdûnî ye” derket. 

 
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 300’emîn de bi manşeta “Mafê hêviyê gerdûnî ye” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de bal kişand ser “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rojname, “Mafê Hêviyê” bi berfirehî dinirxîne û balê dikişine ser biryarên DMME’yê ku binpêkirina vî mafî weke îşkence û miameleya xerab dinirxîne. 
 
Hevpeyvîna vê hefteyê bi Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşe Ayaz re li ser Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye kirin. Di vê hejmarê de rojnameyê bi nûçe, dosya û nivîsên xwe cih daye mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî.