Ji Amedê bang: Demildest divê dawî li pêkanînên çeteyan bên
Karsazên ku têkildarî êrişên di demên dawî de li bajêr zêde bûne daxuyanî dan, banga sererastkirinên qanûnî li Meclisê kirin û gotin: "Divê demildest dawî li van pêkanînên çeteyan bên."
- 15:57
Karkerên madene bang kirin: Li ser soza xwe bisekinin
Karkerên madenê ji bo heqdestê xwe bigirin li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di roja 9an de çalakiya xwe didomînin. Karkeran diyar kir ku heta ew destheqê xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe bidomînin.
- 14:01
Serokê Meclisa Îranê: Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin
Serokê Meclisa Îranê Mûhammed Bagir Galîbaf, diyar kir ku DYA'yê şertên peymanê bi cih neanîne û got: "Dê Tengava Hurmuzê neyê vekirin."
- 13:58
Hîzbullaha Iraqê ji bo çekdanînê 3 şert danîn ber hikûmetê
Ketaîb Hizbullah a Iraqê ji bo danîna çekên xwe çend mercên giran diyar kirin. Hizbulahê got: "Divê DYA û Tirkiye bi temamî ji xaka Iraqê derbikevin û hêzên Pêşmerge jî werin hilweşandin."
- 11:49
Welatiyên beşdarî Mihrîcana Geverê bûn: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî azad pêvajoyê bişopîne
Welatiyên beşdarî Mihrîcana Çand û Hunerê ya Geverê bûn, gotin: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzakerevan e, divê pêvajoyê li derve, di şert û mercên azad de bişopîne."
- 11:41
Serokê Parlamentoya Îranê dê biçe Iraqê
Dê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di 19'ê Tebaxê de biçe Iraqê.
- 11:14
Dayikên Aştiyê: Bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan aştî ne pêkan e
Dayikên Aştiyê, destnîşan kirin ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajo ber bi aştiyê û çareseriya demokratîk ve bimeşe bivênevê ye.
- 11:03
Erakçî: Planên parçekirina Îranê bi ser neketin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyîd Ebbas Eraqçî ku têkildarî şerê DYA-Îranê axivî, got: "Dan dû guherandina rejîmê, bi ser neketin. Hewl dan Îranê parçe bikin, di vê de jî bi ser neketin."
- 11:01
Cevdet Yilmaz: Civîna ewil a lijneyê di 24'ê Tebaxê de ye
Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, daxuyand ku dê civîna ewil a lijneyê ku di qanûnê de hatiye pênasekirin û dê di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de bê kirin, di 24'ê Tebaxê de bê çêkirin.
- 10:52
Çîroka wêneyên 12 sal berê yên Goristana Xerzanê
Ciwanê bi navê Sîdar ku 12 sal berê bi wêneyên Goristana Xerzanê ya ku piştî hat xerakirin 267 cenazeyên tê de hatin revandin goristanê nemir kir, piştî wêne girtin bi 4 mehan tevlî nav gerîlayan bû.
- 09:06
‘Qanûna Çerçeve' di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qanûna Çarçove ya bi navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
- 08:40
Trump gef li Ummanê xwarin
Serokê DYA'yê Donald Trump ku têkildarî Tengava Hurmuzê axivî, ji bo Ummanê got: "Ger Umman derkeve pêşiya me, em ê wan serobino bikin."
- 15:48 17
Rapora Girtîgeha Tarsûsê: Jiyana girtiyên nexweş dijwar bûye
Di rapora Çile û Hezîrana 2026'an a der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê de ji aliyê ÎHD, OHD û TUHAY-DER'ê ve hat amadekirin de, wiha hat gotin: "Jiyana girtiyên nexweş dijwar bûye, şert û mercên dermankirinê yên girtiyên nexweşînên wan ê kronîk hene nayên başkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.
- 15:41 17
Li Amedê dê tîmên gerok li dijî tiryakê mal bi mal bigerin
Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Tiryakên Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta têkoşîna li dijî tiryakê li seranserê bajar xebateke berfireh da destpêkirin. Şaredarî bi rêya ekîbên gerok armanc dike ku li bajar tu mal û malbatên ku bi wan re neketine pêwendiyê, nehêlin.
- 15:15 17
Îran: Tu wateya 60 rojî tune ye, DYA'yê muzakereyê binpê kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ku bal kişand ser hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de got: "Tu muzakere dest pê nekirine, ji lew re DYA'yê ev yek binpê kir. A rast, tu wateyeke dema 60 rojî tune ye."
- 12:46 17
Trump: Peymana Mekkeyê di warê parastina hevpar de girîng e
Serokê DYA'yê Donald Trump, ji bo Peymana Mekkeyê ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hat îmzekirin got, di warê parastina hevpar a welatên Rojhilata Navînê de girîng e.
- 12:15 17
Mesrûr Barzanî: Droneyên Îranê ofîsa min a xisûsî hedef girtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ragihand ku ofîsa wî ya xisûsî ya li navçeya Pirmam a Hewlêrê û mala Serokatiya Ajansa Ewlehiyê û Îstixbaratê ji aliyê ÎHA'yên Îranê ve hedef hatine girtin.
- 12:03 17
Ji bo Buldan, Yildirim û Karay ên hatin qetilkirin serlêdana lêpirsînê
Ji bo karkerên bi navê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku 3’yê Hezîrana 1994’an bi rengekî qetilkirî hatin dîtin, li Buroya Lêkolîna Cînayetên Faîl Nediyar a di bin bunyeya Wezareta Edaletê de, serlêdan hate kirin.
- 11:55 17
Di geremoliya li perestgehê de gelek kes mirin
Di geremoliya li perestgeheke Hindu ya li eyaleta Bihar a li rojhilatê Hindistanê de, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes birîndar bûn.
- 11:29 17
Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û anî ziman ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibe piştgiriya pêvajoyê bike, bên başkirin.
- 11:06 17
Çalakiya karkerên madenê di roja 6'an de ye
Ji karkerên madenê yên ku li ber Wezareta Enerjiyê kom bûne û bi mehan e heqdesta xwe nagirin Necatî Denîz got: "Yildiz hat, hem me, hem zarokn me û hem jî gelê me muhtacî nan kir."
- 10:12 17
TÛHAY-DER: Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin
Hevseroka TÛHAY-DER a Colemêrgê Oinar Yilmaz diyar kir ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de demildest girtiyên nexweş bên berdan û got ku li girtîgehan polîtîkayên binpêkirinê didomin.
- 09:59 17
Kêşeya Tengava Hurmuzê nayê çareserkirin: Fiyetên petrolê biha bûn
Îro dema peymana 60 rojî ya di navbera DYA û Îranê de bi dawî dibe. Ji ber rageşiya di navbera her du welatan de çînhatina di Tengava Hurmuzê de sekinî û ji ber vê fiyetê petrolê zêde bû.
- 09:40 17