AMED - Şaredariya Xana Axparê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li cadeyekê kir.
Li navçeya Xana Axparê ya Amedê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serowekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li cadeyekê hate kirin. Şaredariya Xana Axparê ya DEM Partiyî biryar da ku navê Onder li Cadeya Dermanê ya li Taxa Cumhuriyetê were kirin. Dema biryar di Civîna Meclisa Şaredariyê ya Meha Gulanê de hate erêkirin, dê tabela were daliqandin.