Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne

  • rojane
  • 09:05 27 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Şaredariya Bajarokê Deşta Dara ya ji hêla DEM Partiyê tê birêvebirin bi traktor û maşîneyeke kar, bêyî navber xebatên xwe didomîne. Bi piştevaniya 3 şaredariyan ji 67 malan, pirsgirêka rê ya 58’ê wan hatin çareserkirin. 
 
Şaredariya Bajarokê Deşta Dara ya ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tê birêvebirin tevî bêderfetiyan jî xebatên xwe bêyî navber didomîne. Nifûsa bajarokê 2 hezar û 150 e û di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya bajarokê hate kirin. Di hilbijartina 2019’an de bi veguheztina leşker û polîsan şaredariyê bi dest xist. Di hilbijartina 31’ê Adarê ya îsal hatiye kirin de Şaredariyê derbasî DEM Partî bû. 
 
RIYÊN GUNDAN HATIN SERERASTKIRIN
 
Hevserokên DEM Partiyî Halîme Îlçîn û Fahrettîn Akman ji bo pirsgirêkên welatiyên ku ev 8 sal in bêyî xizmet hatine hiştin çareser bikin, bêyî navber xebatên xwe didomînin. Bi daxwaza gel xizmeta ewil bû sererastkirina riyan. Rêveberiya Şaredariyê di nava sê mehan de bi traktor û meşîneyekî kar piraniya riyan an çêkir an jî sererast kir
 
Rêveberiya Şaredariya DEM Partiyê, bi alîkariya Şaredariyên Cizîr, Silopiya û Hezexê riyên girêdayî Îdariya Taybet a Bajar û riyên gundên li derdorê bajarokê yên xera bûne jî jî sererast kir. 
 
RÊ, KANALÎZASYON, AV
 
Hevserok Fahrettîn Akman diyar kir ku di pêvajoya 8 salan de bajarokê bêyî xizmet hatiye hiştin û ev tişt gotin: “3 mezra û 2 gund girêdayî bajarokê me ne. Me di pêvajoya xebatên hilbijartinê de nîşeyên xwe girtibûn. Riya 67 gundên di bajarokê de tune bûn. Me heya niha pirsgirêka rê ya 58 malan çareser kirin, kanalîzasyona 48 avahiyên tune bû me wan jî çêkir. 3 xetên bingehîn ev 8 sal bûn asê bûbû û nehatibûn vekirin. Sewal ji wê kanalîzasyonê avê vedixwarin û dimirin. Me wan xetên bingehîn sererast kirin û qedandin. Di bajarok de hema bêje pirsgirêka kanalîzasyonê ber bi qedandinê ve ye. Çopdanka bajarokê me tune bû. Heke derfetên me çêbin em ê payîzê kevirên parkeyan danîn.” 
 
BI PIŞTEVANIYÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BÛN
 
Akman da zanîn ku ew pirsgirêka avê ya gundê Aslantepeyê jî çareser kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gundê Herbakê bîra avê xera bûbû. Me wê nû kir û qedand. Niha li Deşta Darê pirsgirêka avê heye. Me îhaleya kuleyekî avê ya 100 hezar tonan çêkir. Hevserokên me bi me re ketin têkiliyê û komyonên bar ji me re şandin. Ev wesayît nêzî mehekî li vê derê xebitîn û me riyên xwe qedandin. Di bajarokê me de qadên şîn nîn in. Parkekî zarokan jî nîn e. Daxwazên zarokan ên bi vî rengî jî hene. Em ê girêdayî van daxwazan xebatê bimeşînin.” 
 
Akman di dawiya axaftina xwe de derbarê xebatên xwe de ev tişt gotin: “Heke em ji hev bawer bin û hêzê ji hev bigirin, tu xizmeta ku em nikaribin pêk bînin namîne. Wek Şaredariya Deşta Darê maşîneyên me yên agirkujî, bar, cenaze, av û paqijiyê nîn e. Tevî ku yek ji van nîn e, em paqijiya xwe dikin, riyên xwe çêdikin. Em bi xebatkarên xwe re derdikevin li kolanê û dixebitin. Heke me bigota wesayît tune û em rûniştana, me dê neheqî li vî gelî bikira.”