Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat

  • rojane
  • 17:32 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê nivîsa nijadperest rakir nivîsa hişyariya trafîkê ya “pêşî peya” dîsa nivîsand. 
 
Lİ ser nivîsên hişyariya ji bo trafîkê yên “pêşî peya” ku li ser Cadeya Îkî Nîsan a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bûn nivîsa “Tirkiye ya tirkan e, dê tirk bimîne” hate nivîsîn û nivîsa kurdî hate texrîbkirin. Tîmên Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li dijî vê nivîsa nijadperest ketin nava liv û tevgerê û nivîsa nijadperest jê bir û nivîsa hişyariya trafîkê ya bi kurdî ya “pêşî peya” dîsa nivîsand. 
 
‘EM Ê TABELAYAN VEGUHERÎNIN KURDÎ’  
 
Nivîsa nijadperest di rojeva Hevşaredar Neslîhan Şedalê de jî bû. Şedal a di Komxebata Plana Stratejîk a şaredariyê ya berdewam dike de axivî, anî ziman ku xebatên têkildarî zimanê kurdî dê bi pêş ve bibin û wiha got: “Dema îro li vir vê komxebata girîng dikin, xebatên me yên têkildarî kurdî ji aliyên hin kesan ve rastî êrişê hatine. Ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhestinê ve li gelek noxteyên bajêr nivîsên hişyariyê yên “pêşiyê peya” hatibûn nivîsîn. Ev xebata me ya girîng û biqiymet mixabin rastî êrişê hatiye. Em vê êrişa nijadperest şermezar dikin. Li dijî vê em ê navên cade, taxan û tabeleyên xwe veguherînin kurdî.”