Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin

  • rojane
  • 09:45 27 Nîsan 2024
  • |
img
EDENE- Ji ber çalakiya şermezarkirina xespkirina vînê ya li Wanê, li Edeneyê der barê kesên rastî êrişa polîsan hatin de lêpirsîn hat vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî xespkirina vînê ya li Wanê di 2'yê Nîsanê de daxuyanî dabû. Di dema daxuyaniyê de polîsan êrişî welatiyan kiribû. Der barê kesên ku rastî êrişa polîsan hatin de lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, li ser giliyên polîsan bi îdiaya "astengkirina peywirê" lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de di 4'ê Nîsanê de Mehmet Bayna, Firat Tûrgay û kesekî navê wî nehat hînkirin di avêtina ser malan de hatin binçavkirin. Her wiha ji bo îfadeyê gazî Ramazan Şanci, Ûmût Ozîşmek û kesekî navê wî nehat hînkirin hat kirin. 6 kes piştî îfadeyê serbest hatin berdan. 
 
Her wiha di 26'ê Nîsanê de ji bo îfadeyê gazî Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê yê berê Mehmet Karakiş hat kirin. Di dema îfadeyê de ji Karakiş pirsên wekî "Tu tev li çalakiyê bûyî yan na? Te di çalakiyê de dirûşme berz kirin yan na? Piştî hişyariya polîsan çima hûn belav nebûn?" Her wiha polîsan pirsa "te kulm û daran li polîsan xist yan na" jî pirsî ne. 
 
Karakiş jî diyar kiriye ku wî hewl daye rageşiya di navbera polîsan û girseyê de bitepisîne û wê kêliyê çendî li derveyî girseyê bûye jî rastî tundiya polîsan hatiye. 
 
Karakiş ku têkildarî lêpirsînê axivî, anî ziman kuli bajêr li dijî partiya wan "pêkanîneke taybet" heye û got ku polîs peywira polîsan ne ew e ku çalakiyan belawela bike, peywira wan ji bo ewlehiya çalakiyê û çalakgeran e. Karakiş destnîşan kir ku bi polîtîkaya ewlehîparêz pirsgirêkên civakî tên tepisandin. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen