Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne

STENBOL - Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo şagortên xwe kampanyaya enstrumanan da destpêkirin. Ji mamosteyên dibistanê Mizgîn Dûrûk diyar kir ku wan ji bo ku şagirtên ku dixwazin xwe di qada muzîk û hunera kurdî de pêş ve bibin vê kampanyayê daye destpêkirin û banga hestyariyê kir. 

Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ku di 2023'yan de li Stenbolê hat avakirin, ji bo şagirtên xwe kampanyaya enstrumanan da destpêkirin. 
 
Ji mamosteyên dibistanê Mizgîn Dûrûk têkildarî naveroka kampanyayê de axivî. Dûrûkê bi lêv kir ku kampanyaya navborî di warê pêşkestina muzîk û çanda kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Ev kampanya wê bi taybetî barê ciwanên ku dixwazin muzîkê hîn bibin sivik bike. Her wiha di warê pêşketina muzîk û hunera kurdî de jî gelekî girîng e. Lewma dibistana me li benda alîkariyê ye. Kesên bixwazin alîkariyê bikin dikarin bi rêya hesabên me yên medyaya sanal û an jî hejmara telefona dibistana me ya muzîkê pêwendiyê bi me re deynin." 
 
Dûrûkê da zanîn ku heya pêdiviya şagirtan hebe wê kampanya bidome û ji bo vê banga hestyariyê kir.