Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 13:46 19 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Rozerîn Yildiz a ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ve hatibû gulebarankirin, piştî dermankirina du salan jiyana xwe ji dest da. 
 
Rozerîn Yildiz a li navçeya Hênê ya Amedê dijiya, di 8’ê hezîrana 2022’yan de ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ê ku li ber hev berdanê bûn ve hate xwestin ku bi çekê were kuştin. Rozerîn Yildiz a giran birîndar bû, piştî 2 salan li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ?  
 
Rozerîn Yildiz a di asta hevberdanê de bûn ji aliyê faîl Bekçî Ozcan Yildiz ve bi awayekî sîstematîk tundî lê dihate kirin, di vê pêvajoyê de du caran li stargehê ma. Rozerîn Yildizê ji ber gefên li stargehê lê hatin xwarin neçar ma vegera mala ku zarokên wê lê ne û dîsa bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma. Yildiz a di 8’ê hezîrana 2022’yan rastî gef û îşkenceya giran a faîl Ozcan Yildiz hat, hate xwestin ku bi çekê were kuştin. Yildiz a bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneyê 2 salan hate dermankirin.