Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye

  • rojane
  • 09:30 19 Nîsan 2024
  • |
img

AMED - Giyayê Zuzaxê li çiyayên bilind ên Pasûrê şîn dibe û ji ber tama wî ya xweş, eleqeyeke zêde ya xelkê herêmê ji bo heye. 

Giyayê Zuzaxê di demsala biharê de li çiyayên bilind ên navçeya Pasûr a Amedê şîn dibe û eleqeyeke zêde ya gel ji bo vî giyayî heye. Berhevkirina giyayê Zuzaxê zehmet e ji ber ku li deverên asê yên çiya şîn dibe. Ji bo berhevkirinê jî divê giya baş were naskirin, cihê lê şîn dibe bê zanîn û divê mirov bi bêhna wî bizane. Nexwe dibe ku bi gihayên din ên dişibin wî were tevlihevkirin. Ji bo berhevkirinê divê xebateke baş were kirin û mirov li çiyayan şareza be. Her wiha ji ber ku sewal jî ji vî giyayî hez dikin, hêj nehatiye xelaskirin divê pincarvan destê xwe lez bigirin. 
 
EMRÊ WÎ MEHEK E
 
Xelkê navçeyê her biharê ji bo berhevkirina vî giyayî berê xwe didin çiyê. Hinek kes ji bo xwarina xwe hinek jî ji bo firotinê tînin. Emrê vî giyayî tenê meheke lewma divê welatî destê xwe sivik bigirin. Nexwe pîr dibe û nema dikare were xwarin. Welatiyên li mezrayên gundê Eskarê yê navçeyê dijîn jî vî giyayî kom dikin. Giya, ji ewil tê hûrkirin û piştre dixin conî. Piştî tê xwêkirin jî qutandina wî dest pê dike. Karê qutandinê li gorî pirbûnê carnan saetekê carnan jî bêhtir didome. Piştî vî karî jî Zuzaxê dixin nava tefsiyan û didin ber tavê ku hişk bibe. Piştî ziwa dibe, dîsa di conî de tê qutandin û herî dawî li bêjingê tê xistin. 
 
LI GEL SALATA Û ZEBZEYAN TÊ XWARIN 
 
Zuzax ê ku piştî van qonaxan êdî amade dibe, li hêk û kartolên kelandî, li salata, bacan û gelek zebzeyên tê kirin û xwarin. Ji ber ku tama wî xweş e, eleqeyeke mezin a xelkê herêmê ji bo vî giyayî heye.