Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin

img
STENBOL - Hatîce Yildiz ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî û hevala wê re şandibû hatibû girtin. Koma ku xwest girtina Yildizê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê şermezar bike hate binçavkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) ji bo Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî û hevala wê re şandibû hatiye girtin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li ber girtîgehê hatin bahev û daxuyanî dan. Di çalakiya ku malbatên girtiyan jî tev li bûn de pankarta “Rakirina tecrîdê pêkanîna aştiya civakî ye, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. 
 
Yek ji beşdarvana çalakiyê dayika girtî ya di Nobeta Edaletê de Fînce Akman, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan kir û wiha got: “Em naxwazin ji girtîgehan darbestên zarokên me derkevin. Em ne şerî aştiyê dixwazin.”
 
Dû re di dema Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Demîr metnê çapemeniyê dixwend de bi hinceta ku gotiye “Birêz Ocalan” ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di çalakiya ku kişandina dîmenan a rojnamevanên çalakî dişopand hate astengkirin de nêzî 15 kes hatin binçavkirin.