Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye

  • rojane
  • 16:24 7 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Endama MK ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci di panela “Xwegihandina Mafê Tenduristiyê yê Girtiyên Nexweş” de axivî û anî ziman ku dixwazin ATK’ê bikin qonaxa dawî yê biryardayînê û da zanîn ku cihê vê di hiqûqê de nîn e.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê di çarçoveya 10 Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê de bi sernavê “Xwegihandina Mafê Tenduristiyê yê Girtiyên Nexweş” panelek li dar xistin. Seroka Konseya Navendî (MK) ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û Seroka OHD’a Rihayê Meral Halat wek panelîst, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî wek guhdarvan tev li panele bûn. 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Fîncanci destnîşan kir ku her ku diçe di girtîgehên de binpêkirina mafan zêde dibin, tecrîd girantir dibe. Fîncancî balê kişand ser rewşa Makbûle Ozer, Mehmet Emîn Ozkan û Cemal Tanhan ê piştî 28 rojên berdana xwe, jiyana xwe ji dest daye. 
 
‘20 SAL IN SERLÊDANÊN ME TÊN VEGERANDIN’
 
Fîncanci destnîşan kir ku ew wek şandeyeke bêalî ji sala 2001’an ber bi îro ve ji bo rewşa girtiyan çavdêrî bikin, diçin girtîgehan. Fîncanci derbarê çavdêriyên xwe de wiha axivî: “20 sal in daxwazên me yên ji bo serdana girtîgehan paş ve vedigerînin û ji me re dibêjin ‘Di hundir de bijîşkên me hene, hewcehî bi çûna we tune.’ Di serdema desthilata AKP’ê de gelek çalakiyên grevên birçîbûnê çêbûn û ji ber mirov tu riyên lêgerîna maf nabînin, van çalakiyan li dar dixin. Berê çalakî heta astekê bersiv digirtin lê îro rewş pir giran bûye. Îro gardiyan jî xwedî li tecrîdê derdikevin.” 
 
‘RAPORÊN NAKOK AMADE DIKIN’
 
Fîncancî da zanîn ku bi guherînên qanûnî yên pêvajoya salên 2000’an şûn de, berdana girtiyan zehmettir bûye û yên ku herî zêde ji vê yekê bandor dibin jî girtiyên nexweş in. Fîncanci diyar kir ku dixwazin ATK’ê bikin qonaxa dawî ya biryardayînê û bi bîr xist ku tiştekî wiha di hiqûqê de nîn e. Fîncanci axaftina xwe wiha domand: “Mînak roporeke ATK’ê ji ya Zanîngehekê ku ji hêla bijîşkekî pispor tê amedekirin, bi erkdartir tên destgirtin. Endamên darazê taybetî jî dozgerên hevsûc, bêhtir li gorî raporên ATK’ê tevdigerin û ji ber vê jî em bi rewşên nakok re rû bir û dimînin.”
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Fîncanci anî ziman ku pergala darazê biryarên “dîlgirtinê” dide û ji ber vê yekê ATK di bin zext û mudaxileyan de ye û wiha pê de çû: “Binpêkirina mafan ên li ser girtiyan didin meşandin yek jî bi kelemçekirî birina muayenê ye. Gelek xebatkarên tenduristiyê hene ku daxwaza girtiyan ya derxistina kelemçeyê red dikin. Li aliyê din tundiya di qada tenduristiyê de ji bo hempîşeyên me bûye hincet. Dîsa divê mehremiyeta nexweş divê neye binpêkirin. Divê polîs û leşker dema girtî tê muayenekirin li derve bisekinin.”
 
Piştre Hevseroka OHD’a Rihayê Meral Halat axivî û bale kişand ser rewşa girtiyên nexweş û pirsgirêkên ew dijîn. Halat bi bîr xist ku girtî di pêvajoyê diçin revîr û nexweşxaneyan de rastî gelek binpêkirinên mafan tên, herwiha sepanên biçûkxisitn û muameleya xirab jî tên meşandin.
 
Panel piştî axaaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.