Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:04 7 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê di meha mijdarê de 36 jin hatin qetilkirin, 23 jinan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan û 7 jin jî rastî hewldana kuştinê hatin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên der barê tundî, qetilkirina jinan û hejmarên rast tên veşartin. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û tundiyê vedike. 
 
Li gel şert û mercên xirab ên li herêma erdehejê, piştevaniya di navbera jinan de mezin bû, tevî vê yekê jî bûn hedefa îktîdar û mêran. Bi taybetî di meha adarê de tundiya li hemberî jinan zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nekarin gilî bikin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha li herêma erdhejê zarok jî para xwe ji tundiyê girtin û bi her awayî bêparastin hatin hiştin. 
 
Li gorî daneyên ku JINNEWS'ê kom kirine di meha mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî rastî hewldanan kuştinê hatin. 
 
Li Stenbolê 9, li Muglayê 3 li Îzmîrê 2, li Bûrsayê 2, li Çankiriyê 2, li Konyayê 2, li Mêrdînê 2, Manîsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Edeneyê 2, li Kayseriyê jinek, li Rihayê jinek, li Balikesirê jinek, li Têkirdagê jinek, li Antalyayê jinek, li Enqerê jinek, li Meletî jinek û li Denizliyê jî jinek hatin qetilkirin.