Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin

  • rojane
  • 10:38 5 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ketine greva birçîbûnê wiha gotin: “Em ê teqez bi ser bikevin. Serkeftin dê ya têkoşeran be.” 
 
Girtiyên li Bloka A'yê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlehiya Bilind a Amedê tên ragirtin, di çarçovaya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakgeran têkildarî çalakiya xwe peyamek şandin. 
 
Girtiyan bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in bi awayekî bêhiqûqî li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û wiha gotin: “Ev 25 sal in ku bi sepanên nedîtî yên keyfî di qawîşekî yekkesî de tê ragirtin. Di çi qanûnên mirovahiyê de û di destûra bingehîn de rewşekî wiha nîn e.”
 
ROLA ÇASERIYÊ
 
Girtiyan xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, rewşa wî ya tenduristî û temênê wî berçavan bê girtin û di vê çarçoveyê de di malê de were ragirtin, bi parêzer û malbata xwe re herf hefteyê hevdîtinê bike û mafên wî yên destûra bingehîn werin naskirin. Bi domdarî girtiyan ev tişt parve kirin: "Weke ku tê zanîn ku birêz Abdullah Ocalan ji bo biratiya gelan, ji bo çareserkirina krîz û pevçûnên li Rojhilata Navîn û herêma em tê de dijîn, xwedî roleke çareseriyê ye. Ji ber di pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an de pozê kesekê xwîn jê nehat. Ev bi polîtîkayên aştiyê û bi keda birêz Ocalan çêbû. Lê belê kesên alîgirên şer û pevçûnan ev pêvajoye ranegirtin û dîsa şer dan destpêkirin. Ji wê rojê heta niha pevçûnên derketine bûn sedema gelek windahiyên aborî, civakî, siyasî û mirovahiyê." 
 
‘VEGERA JI ŞAŞIYÊ, BAŞÎ YE’
 
Di berdewamê de girtiyan destnîşan kirin ku ew dixwazin ku dewlet li gorî feraseta "Vegera ji şaşiyê, başî ye" tevbigere û peyama xwe wiha bi dawî kirin: "Bila ev pêvajoya şer û pevçûn were rawestandin, tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan were rakirin, şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê li ber çavan were derbaskirin û di hevsa malê de were ragirtin, mafên wî yên hiqûqî û mirovî werin dayîn û pêvajoyeke nû ya diyalogê were destpêkirin. Greva me niha dorveger e û her 10 rojan carekê komeke cuda dewr digire. Heke daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiyên me dijwartir bidome. Em dixwazin pêşî li mirinan, pêvajoya şer û pevçûnê bigirin. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û saziyan dikin ku bila deng bidin dengê me. Em ê bi hev re bi mezinkirina çalakiya xwe ve teqez bi ser bikevin. Dê serkeftinê ya têkoşeran be."