Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir

  • rojane
  • 09:16 5 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê ku li Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Zekî Bagcik ê ji wezîfeyê hatibû girtin hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin.
 
Der barê Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Zekî Bagcik de ku ji wezîfeyê hatibû girtin, di sala 2021'ê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de stranên Aram Tîgran jî di nav de 7 stranên kurdî û hevpeyvînên wî yên di malperên nûçeyan de wekî delîl hatin hesibandin. Her wiha di îdianameyê de ji ber ku tev li çalakî û daxuyaniyên partiya xwe bûye jî, ev sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de hat xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li Bagcik bê birîn. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ku îdianameyê qebûl kir û dest bi darizandinê kir, li gorî van delîlan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bagcik birî. Dadgehê di sedema biryara xwe de ev tişt anîn ziman: “Dema ku dosya bi giştî tê nirxandin, bûyer û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku bersûc beşdarî wan bûye, ne tenê bi mebestên mirovî û siyasî beşdar bûye, ev çalakî ji asta sempatiya ji bo ‘rêxistinê’ derbas kirine û bersûc sûcê bi zanebûn û dildarî beşdarî hiyerarşiya rêxistinê bûye." 
 
ÎSTINAFÊ CEZA XERA KIR
 
Piştî eşkerekirina sedema biryarê, parêzerê Bagcik li dijî cezayê hatibû birîn serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê da. Daîreya Cezayê ya 2'yan a Edliyeya Herêmî ya Amedê ku dosye lêkolîn kir, ji ber ku biryara cezayê girtîgehê baş nehatiye vekolandin, ceza xera kir. 
 
Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî di biryara xwe ya xerakirina xeza de diyar kir ku çalakiyên navborî û nehatine tespîtkirin ku bi banga rêxistinê hatine kirin û ne zelal e ku kiryar bi banga rêxistinê tev li çalakiyên navborî bûye. 
 
Darizandina Bagcik dê di rojên pêş de ji nû ve dest pê bike.