Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin

  • rojane
  • 09:05 2 Nîsan 2023
  • |
img
SEMSÛR -  Esnafên ku di erdhejê de dikanên wan hilweşiyan, niha di konteyneran de xizmetê dikin. Esnafan destnîşan kir ku armanca wan ne ew e ku karê xwe bi ser hev de bînin, armanca wan xwegirtina li jiyanê ye. 
 
Li navenda Semsûrê esnafên ku kargehên wan di erdhejê de texrîb bûn an jî hilweşiyan, di konteyniran de xizmetê dikin. Esnafên ku di konteyniran de bi cih bûne, hewl didin zirara xwe ya aborî safî bikin. 
 
‘DIKANA MIN DEBARA MIN BÛ'
 
Esnaf Mahmût Oteleş diyar kir ku dikana wî berên herêmî hebûye lê di erdhejê de hilweşiyaye û got ku ji sala 1992'yan ve dikandar e. Oteleş got: “Di dikana min de zexîre, şîre û berên herêmî hene. Ji ber erdheja 6'ê Sibatê dikana min hilweşiya. Ji ber ku 2 cenazeyên min hebûn, min nikaribû bi kavilan re bilî bibe. Piştî erdhejê bi 4 rojan gava ez hatim min dît dikana min talan bûye. Hemû tiştên mayî biribûn. We li gor lazmatiya xwe tişt mişt bibirana û yên mayî bihiştana. Ev dikana debara min bû. Mirov di bin kavilan de ne, lê hûn çawa ji bajarine din tên tiştan didizin? Hûn çawa dawiya wesyaîta xwe tije dikin û dibin? Xisara min nêzî milyonekê ye."
 
‘DEWLETÊ LÎREYEK JÎ NEDAYE ME'
 
Mewlut Sever ku qehwexaneya wî hebû, diyar kir ku ew 25 sal in qehwevaniyê dike. Sever diyar kir ku qehwexaneya wî di bin avahiyeke 4 qatî de bûye, lê di erdhejê de hilweşiyaye û got: “Çend sal berê dikana min bi kirê bû û min 2 dikan kirin yek û ew kir qehwexane. Qehwexaneya me piştî erdhejên 6’ê Sibatê hilweşiya. Mexdûriyeta me li ber çavan e. Bi tu awayî alîkariya me nehat kirin. Dewletê lîreyek jî nedaye me. Konteyner jî bi pişkê hatin belavkirin. Me got em qehwexaneya xwe di konteynerê de çêbikim, belkî em bi vî awayî tiştên hatine serê me ji bîr bikin. Zirara min a aborî pir e. Tu nikarî kursî an jî maseyeke qehwê bi 500 lîreyî bikî. Pergala gazê û kamerayan, mase û ocaxa çay hemû di bin kavilan de man. Zirara min 500 hezar TL ye." 
 
Sever destnîşan kir ku çayxaneya ku di konteynerê de çêkiriye wekî kargehekê nahesibîne û got ku hevalên wî tên vir çayê vedixwin û bi vî awayî hindik be jî êşa xw esivik dikin. 
 
Ji esnafan SItki Ayhan jî anî ziman ku marketek wî hebûye, lê marketa wî jî di erdhejê de hilweşiyaye û zirara wî milyon û 750 TL ye. Ayhan anî ziman ku piştî erdhejê bi çend rojan marketa wî hatiye talankirin û got: "38 xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Gava me cenazeyê xwe disipart axê , marketa min dihat talankirin. Wê kêliyê dikan ne di bîra min de bû. Min çend eşya ji bin kavilan derxistin, lê nayên firotin. Esnafên Semsûrê divê li cem hev bin." 
 
Ayhan destnîşan kir ku ew niha di pêvajiyeke zor û zehmet de ne û got: "Lê em ê helw bidin ku xwe bi ser hev din." 
 
MA / Zerrîn Sargût