Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:04 2 Nîsan 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Ji 5 zarokên girtî yên Şemsîxan Ertûnçê 2 jê cezayên wan temam bûye lê nayên berdan. Dayik Ertûnç diyar kir ku berdana kurên wê 3 mehan hatiye taloqkirin û xwest zarokên wê bên berdan. 
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan didomin. Nemaze jî ji 31'ê adara 2020'î ve li girtîgehan bi avakirina "Desteya Îdare û Çavdêriyê" re înfazên girtiyan bi zanebûn tên şewitandin û berdana wan tê taloqkirin. 
 
Ji mexdûrên van desteyan jî yek jê birayên Ertûnçî yên ji Colemêrgê ne. Ji birayên Ertunç li Firat 16 sal, li Mûrat 25 sal, li Alî 14 sal, li Recep 14 sal û li Ferhat jî 12 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Ferhat ku 7 sal in girtî û di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê de ye; Recep û Mûrat jî 10 sal in girtî ne û di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de ne; Firat Ertûnç 7 sal in girtî ye û di Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê de û Alî Ertûnç jî 4 sal in girtî ye û di Girtîgeha Wanê de ye. 
 
Dayika Şemsîxan Ertûnç bi salan e zarokên xwe nedîtine. 
 
Ji 5 kurên Şemsîxan Ertûnçê yên girtî, cezayê Ferhat û Recep temam bûne, lê înfaza wan hatiye şewitandin û berdana wan 3 mehan hatiye taloqkirin. Her wiha berî cezayê kurê wê Alî Ertûnç biqede dosyeyeke din dane ber wî û berdana wî hatiye astengkirin. 
 
BERDANA 3 KURÊN WÊ HAT TALOQKIRIN 
 
Dayika Şemsîxan Ertûnçê destnîşan kir ku çendî cezayên zarokên wê temam bûne jî nayên berdan û got ku kurê wê Ferhat Ertûnç ku 7 sal in girtiye di 25'ê Sibatê de û kurê wê Recep Ertûnç jî ku 10 sal in girtiye di 14'ê Adarê de cezayên xwe temam kirine, lê ji ber ku sûd ji qanûna "poşmanîtiyê" negirtine berdana wan hatiye astengkirin. Ertûnçê da zanîn ku her 5 kurên wê yên girtî jî di girtîgehên cuda de ne û got: "Berî ku cezyaê kurê min Alî Ertûmç jî biqede dosyeyeke din dan ber wî û berdana wî taloq kirin." 
 
'KESEKÊ KU DEBARA MALÊ BIKE NEMA'
 
Ertûnçê xwest ku demildest zarokên wê yên cezayê wan temam bûye bên berdan û got ku li malê bi tenê ye û kesekî ku debara malê bike tune ye. Ertûnç wiha axivî: “Hevjînê min wefat kir, 5 kurên min hene, her 5 niha di girtîgehê de ne. Kesekî ku debara malê bike tune ye. Em dixwazin hemû kesên ku cezayên xwe temam kirine bên berdan. Ya ku li me tê kirin zilm e. Em vê zilmê qebûl nakin. Li Tirkiyeyê edalet tune, heke hebûya zarokên me belasebeb nedihatin girtin." 
 
Dayik Ertûnçê bang li Wezareta Dadê kir ku girtiyên siyasî berde û got ku biryarên bêhiqûqî rê li ber berdana zarokên wan digire.