Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome

  • ciwan
  • 13:29 28 Adar 2025
  • |
img
STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ku li dijî girtina Ekrem Îmamoglû çalakiyên protestoyî dabûn destpêkirin, anîn ziman ku heta bêhiqûqtî ji holê radibe dê boykota xwe bidomînin. 
 
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. CHP’ê ragihand ku dê çalakiyan bi rêbazên cuda bidomîne û xwendekar jî tev li çalakiyan bûn. Li gelek zanîngehan xwendekaran biryara boykotkirina dersan kirin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ku di çalakiya boykotê de cih digirin, anîn ziman ku li dijî xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê ew ê çalakiya boykotkirina dersan bidomînin. 
 
LI DIJÎ BÊHIQÛQTIYÊ BOYKOT
 
Xwendekarê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, wiha got: “Di vê serdemê de biryarên nehiqûqî tên dayin. Em xemgînin lewma di boykotê de ne. Tu hukmê biryara girtina Îmamoglû nîne. Îdiaya nelirêtiyê heye, têkildarî raporên Dîwana Çavdêriya Darayî hezar û 200 doz hatine vekirin. Dîwana Çavdêriya Darayî hezar û 200 caran kontrol kiriye lê biryareke teqez a dadgehê tune ye. Şahidekî nepen derketiye holê û dike ku biryareke wiha were dayin. Bi temamî biryareke nehiqûqî û siyasî ye. Ne tenê xwendekar, divê sazî, kal, ciwan û her kes dakevin qadan. Banga min ew e ku her kes êdî li dijî vê bêhiqûqtiyê biryarên aqilane bidin û dakevin qadan. Îşala demokrasî dê were.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Xwendekarekî din jî ev tişt anî ziman: “Divê zanîngeh ji hêla rektorên hatine tayînkirin ve neyên birêvebirin. Ciwanên zanîngehê tên wateya kesên rêya welat diyar dikin. Me ji ewil li zanîngehan ders boykot kirin û niha jî dixwazin li tevahiya welat karker dev ji kar berdin, welatî markayan heta aboriyê boykot bikin û bi vê yekê rê li ber bêhiqûqtî û keyfiyetê bigirin. Armanca vê derê ev e. Divê xwendekar li dijî vê neheqiyê bibin yek û nehêlin weke tiştekî asayî be bidin hîskirin. Heke li kêleka me dengek derkeve, divê em bêyî tirs deng derxînin. Heke tiştek bi serê kesekî bibe, ew kes ji bo me li hundir e. Divê em bêyî tirs têbikoşin. Tu aliyekî xelet a tiştên em dikin nîne. Mafê me heye ku em li vir kom bibin. Divê tu kes netirse û tev li bibe.” 
 
'DEV JI XESPKIRINA MAFAN BERDIN’
 
Xwendekarekî din jî got ku dê çalakiyên wan ên li dijî xespkirina îradeyê berdewam bikin û got: “Bila binçavkirî bên berdan, bêhiqûqî bên bidawîkirin, emniyet dev ji êrişên xwe yên tund berde û hemû polîtîkayên qeyûman bên betalkirin. Bila şaredarên hilbijartî dîsa li karê xwe vegerin. Em ne rektorên tayînkirî, yên hilbijartî dixwazin. Bila dev ji hemû sepanên dijdemokratîk ên mafê bijartin û hilbijartinê xesp dikin berdin.”