Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû

  • ciwan
  • 23:00 17 Tîrmeh 2024
  • |
img

WAN - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê tûrnûvaya futbolê ya Gulistan Dokû li dar xist. Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîha Şedal jî beşdarî tûrnûvayê bûn. 

 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku tûrnûvaya futbolê ya Gulistan Dokû dabû destpêkirin berdewam dike. Tûrnûvaya li ser navê Gulistan Dokû bi dirûşma "Lêxe" pêk tê. 
 
Tûrnûvaya li Wanê li sehayek xaliyê ya li taxa Karşiyaka ya li navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Mahmut Dîndar, Hevşaredarên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên DEM Partiyê, MEBYA-DER, TUHAY-DER, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li tûrnûvayê bûn. 
 
Li sehê pankartên bi nivîsên, “Rêberek azad, welatek azad”, “Emê li taxan rê nedin tiryakê” û “Jinên ciwan lê dixe erd û ezman diheje” hatin daliqandin. Tîmên jinan ên bi navê “14 û 14" û "“15 û 15" derketin sehê û lîstin. Lîstikvan bi pankarta, "Ya 15'emîn jî hebûya me yê bistanda. Em rê nadin qeyûman" derketin sehê. 
 
Beriya lîstikê Hevşaredar Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku ji bo ew bibin dengê Gulistan Dokû, jinên hatine kuştin û jinên li girtîgehan li ber xwe didin, têkoşîna xwe didomînin û ew ê rê nedin polîtîkayên kuştina jinan. 
 
Paşê maçê bi berzrkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" dest pê kir. 
 
Neslîhan Şedal jî di tîma 14 û 14 de cih girt. Tîma Neslîhan Şedalê tîma bi navê 15 û 15 bi 6-2 têk bir. 
 
Tîma Şaredariyê ku Hevşaredar Abdullah Zeydan têde cih girt û tîma MEBYA-DER'ê hatin pêşberî hev. Lîstik gelek bi kelecan derbas bû û tîma MEBYA-DER'ê, tîma Abdullah Zeydan bi 7-6 têk bir.