Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin

  • ciwan
  • 08:35 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
DÎLOK - Li Dîlokê, maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû ku DEM Partî li dar dixe hate lîstin. 
 
Tûrnûvaya futbolê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve, li ser navê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, hat organîzekirin li Dîlokê bi dawî bû. Li Dîlokê 10 tîm tev li tûrnûvaya ku bi dirûşmeya “Lêxe ciwan li sehayê ne” destpêkiribû bûbûn. Maça fînalê ya tûrnûvayê  li sehayeke ku li parka Yeşîl Vadî ya li navçeya navendî ya Mezmaxorê hate lîstin. 
 
Li fînalê tîmên Çûkûrspor û Werderbirêmin hatin hemberî hev. Her du tîm bi pankarta ku bi tirkî û kurdî li ser “Li dijî şerê taybet em li sehan dicivin” dinivîsî derketin. 
 
Maç, bi serkeftina Çûkûrsporê ya 6 û 3 bi dawî bû. Piştî maçê madalya dan lîstikvanên tîma ku maç qezenckirî.