Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne

  • ciwan
  • 08:34 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Pankarteke ku wênêyên berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser, bi Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ve hate daliqandin. 
 
Yekitiya Ciwanên Welatparêz (YCW), wênêyê ji qadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” a di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî pêkanînên dermirovî yên li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest dan bi Birca Keçikê ve hate daliqandin. Li ser pankartê wêneyên ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek cih girt û nivîsa “14’ê Tîrmehê rûmeta me ye” hate nivîsîn.