Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin

  • ciwan
  • 17:01 19 Sibat 2024
  • |
img
WAN - Endamên Meclisa Ciwanan ên DEM Partiya Wanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 hezar name” de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin.  
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 hezar name” de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin. Ciwanên ku li ber avahiya DEM Partiyê hatin bahev, daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclisa Ciwanan Yekbûn Safali ya li ser navê ciwanan axivî, wiha got: “Weke tê zanîn polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û belavî hemû Tirkiyeyê bûye bi awayekî giran didome. Xetimandina hemû rêyên ragihandinê yên bi Birêz Ocalan re di pêvajoya em hatinê de bêhn wertgirtina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zehmet dike. Di serî de ciwan û jin hemû civak bi polîtîkayên tecrîdê ber bi karesatekê ve tên kaşkirin.”
 
‘EM DI AZADIYA OCALAN DE BI ISRAR IN’ 
 
Safalı, anî ziman ku ji bo komployê veguherînin sala azadiyê dê têbikoşin û wiha got: “Yekane îdeala ciwan, jin û zarokan ew e ku bi çareseriya pirsgirêka kurd re aştiyeke bi rûmet û azadiya birêz Ocalan pêk were.  Kampanya #JiÎmraliyêre1000name ku me di navbera 1-15’ê sibatê de pêk anî û ji raya giştî re ragihand, li hemû welatên cîhanê eleqeyeke zêde dît. Ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ji bo birêz Ocalan bi hezaran name hatin nivîsîn. Gelê me diyar kir ku di azadiya birêz Ocalan de bi israr e û di têkoşînê de bi biryar e. Em ê niha nameyên ji çar aliyan ve ji me re hatin şandin bişînin Îmraliyê. Bi vê minasebetê banga me li her kesên demokrasiyê û azadiyê dixwazin ew e ku tecrîdê bişkînin û demokrasiyê bi hev re misoger bikin.”
                    
Ciwanên ku piştî daxuyaniyê heta ber deriyê avahiya Navendî ya PTT’ê ya Wanê meşiyan, nameyên ku nivîsandibûn bi rêya posteyê şandin.