Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin

  • ciwan
  • 16:02 14 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Em ê li hemberî zextan serî netewînin.” 
 
Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî binçavkirinên îro li gelek bajaran hatine kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tifaqa AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên binçavkirin û zextan didomîne. Ev êrişên bi awayekî sîstematîk tên kirin, ji bo pasîfîzekirina ciwanan tên kirin.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎN MEZIN BIBE’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Amed û Êlihê 11 endamên wan bi hinceta tev li “Meşa Mezin a Azadiyê” bûne hatine binçavkirin û tundî lê hatiye kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Îktîdara ku têkoşîna ciwanan krîmînalîze dike û êrişên xwe yên sîstematîk didomîne divê baş bizane ku dê ciwan bi tu awayî serî li ber zextan netewînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Polîtîkaya tecrîdê ku li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye, divê ne tenê li kolanan li her deverê li dijî wê têkoşîn bê meşandin. Îktîdara ku hewl dide tevahiya destkeftiyên gelê kurd tune bike, li ser vebijêrkên şer hewl dide civakê araste bike û hewl dide pirsgirêka kurd hêj kûrtir bike. Ji bo civak bikare bêhnê bistîne û bidawîkirina van polîtîkayên qirêjî yên îktîdarê, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Divê birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.”
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê em hêza xwe ji dîroka xwe, ji pêşeng û berxwedana xwe digirin. Me duh serî netewand û îro jî li ber êrişan serî natewînin. Heta ku em welatekî demokratîk û azad bi dest dixin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”