Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • ciwan
  • 12:20 12 Sibat 2024
  • |
img
EDENE - Ciwanên li Edeneyê di 10’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li Edeneyê di 8’ê sibatê de bi pira Celal Bayar a li navçeya Seyhan a Edeneyê ve postere Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate daliqandin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de polîsan bi serdegirtina malan a di 10’ê sibatê de ciwanên bi navê M.K. û B.A. bi îdiaya ku poster daliqandine binçav kiribûn. Ciwanên ku kar û barên wan ên li midûriyeta polîsan xelas bûn, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ciwanên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên sûcdarkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Edeneyê ve ku sewqî wê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.